Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro, daxwaza metingeke nerazîbûnê li nêzîk cihê lidarketina kongirê Enterpola Navdewletî li Stanbolê kir, weke derbirînekê ku Sûrî biryara Enterpolê ya girêdayî vegerandina karê ofîsa wê li bal rijêma Esed red dikin.
Û di vê rawestanê de, hejmarek ji endamên Hevbendiyê û hejmarek ji çalakvan û mafnas û rojnemevanan beşdarî kirin.
Û beşdaran pankartin bilind kirin têde tekez kirin ku divê rijêma Esed li ser tawanên dermafê gelê Sûrî pêk anîne siza bibe, û daxwaza qewtandina rijêmê û pûçkirina endamtiya wê kirin, û nehêlin ku rijêm bighêje agahiyên girêdayî penaberên Sûrî an bi pey wan bikeve an kesî ji wan bigire.
Û Nûnerê Hevbendiya Nitimanî li Tirkiyê Nezîr Elhekîm, nerazîbûna xwe derbarê biryara rêxistinê ya girêdayî dubarekirin û nûçalakkirina awayên pêwendiyan li gel rijêma Esed anî ziman, û cext kir ku ew biryar dijberiyeke yasayî ya aşkere ye ji madeya duyemîn ya yasaya rêxistinê ya bingehîn re, yaku têde hatiye ku divê geşepêdan û hevkariya pevguhertina agahiyan di navbera desthilatên polîsên cînayî de hebe, li gor yasaya niştimanî û naveroka Yasaya Cîhanî ya Mafên Mirovan be.
Û tekez kir ku rêxistinê pabendî bi pîvan û pêgiriyên sincî û yasayî yên di pirensîpên mafên miriovan yên di Saziya Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa de hatine nekir, û nejî pabendî bi bêalîbûn û paqijî û zelaliyê kir.
Ji aliyê xwe ve Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, tekezî li ser pêwîstiya rawestandina çi awayî ji awayên hevkariyê li gel rijêma Esed kir, û got:” Divê pişikdariya mirinê yaku bi rijêma Esed re ava kiriye raweste”, û got ku ev hevkarî dê beşar Esed xurt bike, û bihêle ku rijêm bi pey her kesê rikberiya wê kiriye an dijî wê serî hildaye bikeve, ew jî di riya tuhmetên çêkirî re.
Û Ebdilletîf diyar kir ku nayê pejrandin ku têklî li gel rijêmê û tevaya endamên hikûmet û rayedariya artêşê û amûrên ewlekarî yên ku navê wan di lîsteyên sizayên Emrîkî û Ewropî de hatine werin avakirin, rijêma ku ji aliyê Komîteyên Lêpirsîna Navdewletî yên Serbixwe ve bi tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê û di serî de tawana bikaranîna çekên kîmawî tuhmetbar e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî