Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî êrîşên terorîst yên roja duşemê li dijî cihên pîroz û Mizgefta Pêxember ya şerîf li Şahnişîna Erebistana Si’ûdî, û armanckirina nimêjkeran û fermanberên asayîşê şermezar dike, nemaze ku ev êrîş hevdem bûn digel rêuresmên serdana muslmanan bo cihên pîroz bo pêkanîna xwedaperistiyê û rêuresmên olî yên Hecê di rojên dawiyê de ji heyva remezanê û nêzîkbûna rojên Cejna Rojiyê.
Bi navê Gelê Sûriyê, em şîniya birayên xwe li Erebistana Si’ûdî dikin, û behî û sersaxiya kesukarên qurbaniyan dikin, û hêvî û daxwaza saxiyê ji birîndaran re dikin.
Em bawerin ku wê şikestin para her hewleka armanckirina Si’ûdiyê be û rola wê di dijberiya destdirêjiya bêyanî de li ser Sûriyê û Yemenê û li welatên din.
Hevbendî rawestana xwe li tenişt Erebistana Si’ûdî û serkirdayetî û gelê wê tekez dike, û piştgiriya wê li hember êrîşkariyên terorîstî yên li dijî wê dike, û hevdem baweriya xwe bi karîna wê anî li hember hemû dijberiyan, bi hevkariya miletê wê û hevkariya Ereb û Mislimanan digel wê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
05 tîrmeh 2016