Hejmara Qurbaniyên teqîna xwekujî ya li ber dergehê nanpêjgeha Salê li taxa Salihiyê li bajarê Hesekê Sêşemê êvarî 5-7-2016 li gor amarên pêşî gihşte 22 kuştiyan ,her wiha bi dehan birîndar ketin li gor agahiyên peyamnêrê malpera me li bajarê Hesekê ji me re guhestin.
Dr. Rênas Xidir ji nexweşxaneya Niştimanî ji me re tekez kir ku termên 13 kesan di nav wan de du zarokek û jinek di nexweşxaniya wan de ne.
Ji hêleke din ve jêderke taybet ji me re diyar kir ku termên 9 kesan di sarinca Meqsûd ya li ser riya Hesekê – Dirbêsiyê de ne.
Her weha peyamnêrê me diyar kir ku hejmarek ji birîndaran li nexweşxaneyên ( Niştimanî – Hikmê – leşkerî ) têne dermankirin.
Hêjayî gotinê ye kû rêxistina DAIŞê ya terrorist di riya malpera xwe “Amaq”re ew teqîn li xwe girt.
Jêder: Hevbendî