Termê pakrewanê pêşmerge Daniyal Hewas Mehmûd Li gundê Çolmê Gabara li gundewarê Amûdê duh Sêşemê 5ê tîrmehê, hate bixaksipartin.
Bi rêwresmekî berfireh termê pakrewan Daniyal ji dergehê Sêmalka ta gundê Çolmê Gabara bi beşdarbûna hejmarek mezin ji welatiyên kurd ji parêzgeha Hesekê hate veguhestin.
Beşar Emîn Gotina Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS xwend û têde pesnê qehremaniya pêşmergeyên Roj yên bi ser ENKS ve da.
Emîn di gotina xwe de diyar kir ku pêşmergeyên Roj destanan li beramberî terorê tomar dikin û bervaniyê di ber gelê cîhanê tevî de dikin.
Di heman rêwresman de Mihemed Şêxmûs gotinek bi navê xwecihiya Amûdê pêşkêşkir tê de spasiya hemû beşdaran kir.
Tê zanîn ku pakrewan Daniyal li taxa Miftî li bajarê Hesekê sala 1993 ji dayik bûye, û di 5-7-2016 de li mihwerê Eskî Musil bû pakrewan.
Jêder: Hevbendî