Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro roja (24’ê çiriya pêşiyê) emzekirina rêkeftina yekxistina derwazan û artêşa azad pêk hat, û ev pêgaveke giring û erênî ye ber bi avakirina Sûriyayek nû û dewleta yasa û saziyan.
Ew rêkeftin hat emzekirin di dawiya civînên giring de yên bi amadebûna cîgirê serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa û nûnerên Hikûmeta Sûrî ya demkî û berpirsên wezareta bergiriyê û fermandarên artêşa azad û nûnerên hikûmeta Tirkiyê.
Deqa rêkeftinê behsa yekirina derwazan li navçeya Mertala Ferat bi çavdêriya hikûmeta demkî dike, û pilanek daniye ji du qonaxan pêk tê, ji bo damezrandina artêşeka niştimanî ji çend feyleq û lîwayan, û ev yek jî pêgaveke giring û pêwîst e ber bi avakirina artêşeke niştimanî ya rasteqîn .
Hevbendî bi hêviye ku sercem hêzên şoreşê û dostên gelê Sûriyê hevkar bin ji bo piştgiriya vê rêkeftinê û karkirin ji bo pêkanîna sercem xal û birgên wê ligor qonaxên têgihiştin li ser hatine kirin.
Şikodarî ji şehîdan re,
saxî ji birîndaran re,
azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi serfirazî û azadî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
24 çiriya pêşiyê 2017