Berdevka rêkxistina Netewên Yekgirtî ya zarokîniyê UNICEF, Monîka Ewed, ji acansa Frans Press re got ko karê nirxandina dawî diyar dike ko 232 zarok bi tundî derdê kêmxwariniyê dikişînin û ev yek hewcedarî têwerdaneke bijîşkî ya bilez e, da zarokan ji mirinê rizgar bike.
Rêkxistinê di daxuyaniya xwe de got ko bêtir ji 1100 zarokî ji herêma Xûta rojhilat, ya ji hêla hêzên Beşar Elesed ve dorpêçkirî ye, bi xurtî derdê kêmxwariniyê dikişînin, û destnîşan kir ko 828 zarokên din jî derdê kêmxwariniya orte û ya kên dikişînin, û 1589 zarokên din jî di bin gefa kêmbûna xwarinê de ne.
Ewed tekez kir ko du şîrmij, zarokek 34 rojî û yekî 45 rojî mirin, bi sedema kêmbûna sîrê diyên wan ji encama tunebûna xwarinê û lawazbûna diyên wan.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko dorpêç û encamên wê ji tawankariyên cengê ne, û Hevbendî dibîne ko ev dorpêç tersî biryara Encûmena Ewlekariyê ye, ya hejmar 2254 ya ko bendek jê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ye.
Hevbendiyê got ko ev berpirsiyariya dorpêçê ne tenê rêjîm lêbelê Rûsya jî hildigire, ji ber ew sîwanê dide ser rêjîmê ji bo wê ji sizayên Encûmena Ewlekariyê û dadgehên navdewletî diparêze, Hevbendiyê di vê derbarê de bîrnameyeke yasayî ji Netewên Yekgirtî û rêkxistinên navdewletî re şandiye.
Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî û pêşî ji Encûmena Ewlekariyê daxwaz kir ko bi berpirsiyariyên xwe bo derdê xelkên Xûta rojhilat rabe, û yekser rabûna dorpêçê ji ser Xûta û hemû herêmên dorpêçkirî dabîn bike.
Hevbendiyê ji Netewên Yekgirtî daxwaz kir ko alîkariya ji asman bi ser Xûta de bavêje, ji ber rêjîmê ew dorpêç kiriye û Hevbendiyê got ko Xûta rojhilat deverek têkçûyî ye, ko di pênasîna navdewletî de navê Herêmên bobelatbûyî lê dibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî-Acans