Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan îro raportek derxit têde tekez kir ko rêjîma Beşar Elesed û hevalbendên wê berdewam in di dorpêçkirina Xûta rojhilat de, û destnîşan kir ko nekêmî 350hezar sivîlî hêj dorpêçkirî ne, tev ko li ser peymanên kêmkirina şer bi Rûsya re emze kirine.
Di raporta toreyê de hat ko dorpêça rêjîma Esed ji Xûta re ji pênc salan ve, nekîmî 397 sivîlî û ji nav wan 206 zarok û 67 jin bi sedema birçîbûnê û nebûna çareseriyê mirine. Û rewşên kêmendamiya zikmakî jî hatine tomarkirin.
Ebdulmu’în Hums, berpirsê belgehkirinê li navendeke bijîşkî li Xûta rojhilat, got ‘’ em di zindaneke mezin de dijîn, rêjeya bêkariyê bilind e û dahatiya darayî ya kesê kar dike ne zêdî 1000 lîreyên Sûrî ye û nirxê çi heyberî jê bêtire.‘’
Berpirsiyarê belgehkirinê got: em ji mehan ve li ser giha û garis û qûtên berê me hilanîbûn dijîn.
Tore dibêje ku dora 543 nexweşên penceşêrê li hindirê Xûta rojhilat hene, û ji gava ko rêbuhêrk di 2017 de girtine, 7 kes ji wan mirine ku 4 zarok û jinek di nav wan de hene, ji ber ko derman ji bo çareseriya nexweşan nîn e, û got ko piraniya miriyan ji temenên piçûk û kalemêr û pîrejin in.
Toreyê di dawiya raporta xwe de ji Encûmena Ewlekariyê daxwaz kir ko biryarên navdewletî yên bi babetê alîkariyên mirovî ve têkildar in ên hejmar (2139, 2165, 2191, 2254 p 2258) bi şêweyekî kartêker cîbicî bike.
Toreyê ji civaka navdewletî xwest ko pabendiyên darayî yên ko soz ji milet re pê daye pêk bîne, û her weha fişarê bide tako rê berdewam vebin û alîkarî derbas bibin.
Di raporta xwe de ji şandyarê navnetewî bo Sûriyê xwest ko wan aliyên dorpêç sepandine û kuştar pêkanîne pirotesto bike, û wan bibîne wek sedemên bingehîn ji têkbirina peymanên kêmkirina şer re, û ew her pêşvebirinekê di operasiyona siyasî de têk dibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiyê