Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, operasiyonên bombebarankirinê û êrîşên ko sivîlan û navendên giştî yên sivîl li Xezayê û Sûriyê dikin armanc şermezar dike, û tekez dike ko bombebarankirin û armanckirina sivîlan bi van operasiyonan tawanên cengê ne ku divê berpirsên wan bên sizadan û dadwerî bê cîbicîkirin. Her wiha tekez dike ku her koçkirina bi darê zorê ya sivîlan li Gaza û Sûriyê, li gorî benda 7 (1) (d) ya yasaya Romayê, “Tawaneke li dijî mirovatiyê tê dîtin, eger ew li dijî xelkê sivîl û bi awayekî sîstematîk û berfireh were kirin.” Û daxwazê ji civaka navdewletî dike, ku bi rêya Netewên Yekgirtî û Encûmena wê ya Ewlekariyê re, bi erkên xwe rabe û berpirsyariya rawestandina tawanan li xwe bigire, û tawankaran siza bike.
Hevbendiya Niştimanî, tekez dike ku hemû rêkeftinên siyasî yên netekûz ên ku çareseriyên dadmend ji sedemên bingehîn ên nakokî û şerên li herêmê re pêşkêş nekirine, û daxwaz û mafên rewa yên gelan paşguh kirine, lawazî û leqbûna wan xwiya bûye, û nikarîne ewlehî, aramî û aştiya domdar peyda bikin, û bûne sedema berdewamiya tundrewiyê li cîhanê, û egera sereke ya terorê û berdewamiya êş û azarên gelên deverê, û berdewamiya têkdana aramî û asayîşa navdewletî.
Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ya tam ji Destpêşxeriya Aştiyê ya Ereban re, ya ku di Lûtkeya Erebî de li Beyrûtê di sala 2002an de hat lidarxistin de pêşkêş bû diyar dike, ji ber ku ew take-çareserî ye ya dikare aştiyeke dadane, berfireh û domdar pêk bîne, ya di bin siya rewatiya navdewletî de di nav welatên herêmê de pêk tê, û dibe garantiya mafên rewa yên gelê Filistînê yê bira, û rê li pêşiya rejîmên ku qeyranan derdixin dirgire, ew rijêmên ku li ser dirêjkirina qeyranan û astengkirina çareseriyan dijîn, herweha dê bibe alîkar ji bo jinavbirina terorê û sedemên wê, û serweriya welat û gelên herêmê li ser tevaya xaka welatên wan vedigrîne .
Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser berpirsiyariya serkirdeyên welatan di Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekgirtî de dike, ku bizaveke bilez ji bo rawestandina binpêkirin û tawanên ku li dijî sivîlan li Gaza û Sûriyê têne kirin bikin. ji bo vegerandina ewlehî, aramî û aştiyê, û rêzgirtina li peymana Netewên Yekbûyî û daxwaz û mafên rewa yên gelan, û xebitîna ji bo cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê û giheştina rêkeftinên ku hevkarî, geşepêdana berdewam û pêşdebirina gelên Rojhilata Navîn û cîhanê mukum bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
13 cotmeh 2023