Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Pesnê Hewlên Dadgeha Dadweriya Navdewletî di Dosya Dadgehkirina Rijêma Esed de Dide

October 13, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Hevbendiya Niştimanî Pesnê Hewlên Dadgeha Dadweriya Navdewletî di Dosya Dadgehkirina Rijêma Esed de Dide

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, xweşhaliya xwe bi pêngavên erênî yên Dadgeha Dadweriya Navdewletî di doseya dadgehkirina rijêma Esed de li ser tawanên ku li dijî Sûriyan ji sala 2011an de heta niha pêk anîne, anî ziman, û tekez kir ku ti aştî li Sûriyê bêyî pêkanîna dadweriyê û dadgehkirina tawankarên cengê û tawanên dijî mirovahiyê li Sûriyê nîne.

Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku ev hewlên hatine kirin ji bo bicîanîna dadê ji qurbaniyan û malbatên wan re cihê guhdan û piştgiriyeke mezin e ji hêla tevaya gelê Sûriyê ve, yê ku li hêviya dadweriyê ye bo qurbaniyên van tawan û binpêkirinan.

Û Hevbendiya Niştimanî hewildanên Holenda û Keneda yên ji bo vekirina dozeke hevbeş li dijî rijêma Esed bi sedema binpêkirina Peymana li Dijî Îşkencekirinê, bilind nirxandin, ji ber ku wê îşkence û sizayên dijî mirovahiyê û neyasayî bikar anîne, di nav de windakirina kotekî, kiryarên destdiyêjiya seksî, tundûtûjiya li dijî zarokan, û bikaranîna çekên kîmawî yên li ser asta navdewletî qedexekirî li dijî sivîlên bêguneh.

Û Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî daxwaza avêtina gavên piraktîk di dosya dadpirsîn û sizakirina rijêma Esed de, bi rêya dadgehên navdewletî û dadweriya dadgehên niştimanî kir, û pêwîstiya rakirina astengiyan ji pêşiya aktîvkirina rola Dadgeha Tawanan a navdewletî, di rêya pabendiya tam bi Peymana Netewên Yekbûyî re, ya ku prensîbên beşdarbûna dengdanê di Encumena Ewlekariyê de rêkûpêk dike, nemaze xala sêyem a madeya bîst û heftan, ya ku nahêle dewleta rasterast bi nakokiyan ve girêdayî ye mafê wê yê dengdana li ser biryarên taybet bi wê hebe, da ku nehêlin gelek caran astengiyên derçûna biryaran di Encumena Ewlekariyê de dubare bibin.

Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî ji Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî xwest ku li ser têkçûna dubare ya Encumena Ewlekariyê di şandina dosya tawanên cengê yên ji ber pevçûnan bo Dadgeha Tawanan a Navdewletî, ji encama bikaranîna dubare ya VETOyê re ji aliyê dewleteke alîgira nakokiyê ve li gorî biryara Komeleya Giştî ya “Yekîtî Ji bo Aştiyê” raweste.

Û Hevbendiya Niştimanî ji Dadgeha Dadweriya Navdewletî xwest ku şopandina dosya giliyê ji aliyê Keneda û Holenda ve hatiye kirin berdewam bike, ta ku biryareke dadane derkeve, ya ku rijêma Esed red kir ku di civînên wê de amade bibe, wek hewlekê ji bo astengkirina karê wê.

Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya rola civaka navdewletî di nehiştina berdewamiya bêaramiya li Sûriyê û herêmê û metirsiya li ser aştî û ewlehiya navdewletî û pêkanîna dadmendiyê de û vejandina piroseya siyasî û cîbicîkirina herdu biryarên Encumena Ewlekariyê jimara 2118 (2013) û 2254(2015) kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: 2254Dadgeha Dadweriya NavdewletîHolendaKeneda
Share8TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hêzên Rijêma Esed û Rusya 45 Sivîl Kuştin û 51 Avahiyên Xizmetguzarî di Êrîşên Xwe de li Ser Idlibê Armanc Kirin

Hêzên Rijêma Esed û Rusya 45 Sivîl Kuştin û 51 Avahiyên Xizmetguzarî di Êrîşên Xwe de li Ser Idlibê Armanc Kirin

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.