Tora Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku êrîşên hêzên rijêma Esed û Rusya li ser bakur û rojavayê Sûriyê bû sedema kuştina nêzîkî 45 sivîlan, di nav wan de 13 zarok, 9 jin û 3 karmendên di warê mirovî de dixebitin hebûn, û wan hêzan 51 avahiyên xizmetguzarî ji 5ê cotmeha 2023an ta 12 heman heyvê armanc kirin.
Û Tora Mafnasî di rapora xwe ya ku îro roja înê derketiye de, got ku di nav tevaya kuştiyan de 44 sivîlên ku 12 zarok û 9 jin di nav wan de hene, li ser destê hêzên rijêma Esed hatin kuştin, û zarokek li ser destê hêzên Rusya hate kuştin.
Û raporê nekêmtir ji 51 bûyerên dijminkariyê li ser navendên jîndariyê yên sivîl belge kirin, 49 bûyer jê li ser destê rijêmê bûn, 42 li Idlibê, û 7 li parêzgeha Helebê bûn, û 2 ji bûyeran li Idlibê li ser destê hêzên Rusya bûn.
Û raporê bal kişand ser ku 13 bûyerên dijminkariyê li ser dibistanan bûn, û 8 li ser avahiyên bizîşkî, 5 li ser navend û amûrên ser bi Berevaniya Sivîl ya Sûrî ve, 8 li ser mizgeftan, û 6 li ser kampên awarebûyên kotekî bûn.
Û raporê ne kêmtir ji êrîşekê bi çekên goşeyî bi destê hêzên rijêmê, parêzgeha Idlibê armanc kiribû, û bibû sedema kuştina sivîlekî û birîndarbûna nekêmtir ji 8 sivîlên dîtir, û ne kêmtir ji 3 êrîşan bi çekên sotandinê li ser deverên sivîlan dûrî eniyên şer tomar kirin, û tevaya êrîşan li ser destê hêzên rijêmê bûn.
Û rapora mafnasî temînî li Encumena Ewlekariyê kir ku biryarekê ji bo çespandina agirbestê li Idlibê derîne, û rêşûnên sizakirinê dermafê tevaya binpêkerên agirbestê bistîne, û ku dosya Sûriyê veguherîne Dadgeha Tawanên Navdewletî û tevaya kesên tevlî tawanan bûne siza bike, tevî rijêma Rusya jî, piştî ku hate çespandin ku wê beşdarî di pêkanîna tawanên cengê de kiriye.
Û Tora Mafnasî ji Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî xwest ku rijêma Esed û Rusya di ber van êrîşên ku bûne sedema kuştina hejmarek ji sivîlan de berpisyar bibîne, û fişarê li Encumena Ewlekariyê bike ji bo ku tevgerê bike da sivîlên Sûrî biparêze.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî