Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Mihemed Yehya Mektebî, tekez kir ku heta niha çareseriya siyasî li Sûriyê rawestyayî ye, Ji ber ku rijêm her pêşketineke berçav di rêya siyasî de asteng dike, û ev kiryar ji hêla hevalbendên wê ve tê piştgirîkirin.
Û Mektebî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Elistiqlal, got ku rijêma Esed, ji duyemîn gera Cinêvê di destpêka sala 2014an de, bi yekcarî necidî bû di rawestandina rijandina xwînê û bidawîkirina êş û azarên Sûriyan de, ji ber ku baweriya wê tenê bi rêbaza leşkerî heye, ya ku li ser bingeha kuştin û bikaranîna hemû çekan, tevî yên li ser asta navdewletî qedexekirî, di serkutkirina gel de, ava bûye.
Û Mektebî tekez kir ku hewildanên vegerandina rijêma Esed bo nav civaka herêmî û navdewletî, nagihên armanca xwe, ji ber ku rijêm îro aboriya xwe li ser bazirganiya Kaptagonê ava dike, û raporên navdewletî piştrast dikin ku 80% ji vê bazirganiyê di bin kontrola rijêmê de ye, lewra yê ku bikeve vê rêgeha tawankarî de, wê zehmet be ku jê vegere.
Û Mektebî anî ziman ku torên bazirganiya keresteyên hişber û çêker û belavker û qaçaxçiyên wan, di bin sîwana rijêma Esed de kar dikin, û ji ber vê yekê dê ti wateya danûstandinê bi wê re tune be ji bo rawestandina bazirganiya wan keresteyan.
Û Mektebî amaje bi wê yekê kir ku texmîn heye ku dewletên ereb têkçûna pêwendiyan bi rijêma Esed re ragihînin, ji ber ku tişt li bal rijêmê tune ye da ku ji dewletên Ereb û derdora herêmî û cîhanî re pêşkêş bike, ji ber ku ew niha ji gelê Sûriyê bi xwe re metirsî ye.
Û Mektebî bal kişand ser wê yekê ku me di Hevbendiya Niştimanî de bi zelalî û eşkere got ku asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re ti encameke erênî nade, ji ber ku ew kar dike da ku sûdê ji normalkirina têkliyan li gel çarçoveya erebî werbigire, di warê piştgiriya darayî ji aboriya xwe ya wêrankirî de, û dema alîkariyan bi dest xwe ve bîne wê bidize. Ev e tişta ku rijêm ji dewletên kendavê dixwaze.
Û bal kişand ser ku rewşa navxweyî ya rijêma Esed têk diçe, û xwepêşandanên ku li parêzgeha Siwêda li başûrê Sûriyê berdewam dikin nîşanên wê yekê ne, ji ber ku hemû sozên ku wî dabûn alîgirên xwe têk çûn, ku ji wan re gotibû ku piştî normalkirina têkliyan bi Ereban re dê alîkarî bên deverên wê, û ev yek pêk nehat.
Û Mektebî pesna tevgera aştiyane ya xelkê Siwêdayê li dijî rijêma Esed da, ya ku nameyên pêşîn yên şoreşa Sûrî ya ku di sala 2011an de dest pê kiriye vegerandin, ku gel dixwaze ji rijêma zordar rizgar bibe, û rûpelek nû ji dermankirina birînan re veke, û Sûriya pêşerojê bi destên tevaya gelê wê ava bibe.
Û Endamê Hevbendiya Niştimanî dît ku yekem nameya vê tevgerê ji gelê Sûriyê re ew e, ku ew yek e, û daxwaz û paşeroja wî yek e, û her wiha peyameke ji bo hemî dewletên cîhanê, ku aramî û çareseriyek berdewam li Sûriyê ava nabe bêyî jinavbirina rijêma Esed, ya ku astengîya sereke ye, di destpêka riya vegerandina welêt bo rewşa wî ya normal.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî