Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî, bal kişandin ser ku li gel nêzîkbûna demsala zivistanê û bilindbûna hejmara kesên hewcedarî alîkariyên mirovahî, bêhtir ji 94% ji malbatên li bakurê Sûriyê nikarin keresteyên germkirinê bo zivistana dahatî dabîn bikin.
Û Tîma Bersivdanê, di rapora xwe de anî ziman ku derdora 67% ji malbatên li bakur û rojavayê Sûriyê, bizavê dikin ji bo pêdviyên xwe yên bingehîn û nemaze xwarinê kêm bikin, da ku karibin keresteyên germkirina zivistana îsal bi dest xwe ve bînin.
Û raporê bal kişand ser wê yekê ku nirxê keresteyên germkirinê beranberî sala bûrî bi rêjeya 120% buha bûye, tevî ku 83% ji malbatan dahata wan a darayî ya heyvane ne zêdetir ji 50 dolarî ye, ew jî dihêle ku bidestxistina keresteyên germkirinê pir zehmet be.
Û Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî, ji tevaya saziyên mirovahî û Netewên Yekbûyî xwest, ku dest bi amadekirina pirojeyên zivistanê bikin, û kar li ser dabînkirina kêmasiyên mezin ên fînansekirinê bikin, da ku piştgiriya pêwîst bo zêdetir ji melyonek sivîlê li kampan pêşkêş bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, berî bi demekê di daxwiyaniyeke xwe de, tekezî li ser pêwîstiya gihandina alîkariyên mirovî ji malbatên hewcedar re di riya dirêjkirina karspartina derbaskirina alîkariyên mirovî di riya sînor re kiribû.
Û Hevbendiya Niştimanî Cext kir ku pêwîst e alêkariyên mirovî di riya rijêma Esed re neyên şandin, ji ber ku wan alîkariyan bo milîsên ku sûriyan dikujin bikar tîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî