Xwepêşandanên xelkê Siwêda li Qada Elkerame ya li navenda bajêr, yên ku îro duşemê gihiştine roja xwe ya şêstî, berdewam dikin, û hîn daxwazên sereke yên xwepêşanderan guhertina siyasî û rûxandina rijêmê ye.
Û bi dehan xwepêşander îro li pêşiya dergehê Yekîtiya Werzişê li Siwêda kom bûn, û dengê xwe bi stranên gelêrî bilind hildan, wek bersivdanê ji nûçeyên girêdayî hatina Serokê Yekîtiya Werzişê ya Giştî Fîras Miela re, û hewildana wî ya civandina karmendên dewletê da fişarê li wan bike ji bo derkevin meşeke alîgiriyê ji rijêma Esed re.
Û xwepêşanderan dergehê Yekîtiya Werzişê bi dolabên vêxistî girtin, piştî daxwazên Yekîtiyê yên ji bo lidarxistina mangirtineke piştgiriya ji Geza re dijî dijminkariya Îsraîla dagîrker, wek hewldanekê ji hêla alîgirên rijêmê ve ku mangirtina piştgiriya Gezayê veguherînin meşeke alîgiriyê ji rijêma Esed re.
Û çalakvanên tevgera gel li gundên li ser rêya Şamê û Siwêda, hişyarî dabûn ku ew dê îro duşemê di çend xalan de rê bigrin, da ku nehêlin Serokê Yekîtiya Werzişê ya Giştî a ser bi rijêma Esed ve derbasî parêzgehê bibe.
Û çalakvanan dîtin ku daxwazên mangirtinê li Siwêdayê ne ji bo piştgiriya Gezayê ne, lêbelê ew hewldaneke nû ji hewldanên bêhêvî yên rijêmê ye, da ku alîgirên rijêmê li Siwêda biafirîne, Siwêdaya ku ji berî du heyvan de xwepêşandanên ku daxwaza guhertina siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî dikin li dar dixe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî