Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, helmeta dijminkarî li ser gelê Filestînê li Gezayê şermezar kir, û dît ku kiryarên dagîrkerê Îstarîlî dermafê sivîlan tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê ne, û tekezî li ser pêwîstiya destwerdana civaka navdewletî û saziyên navdewletî û Komkara Erebî ji bo rawestandina komkujiyên rojane yên ku dijî sivîlên Gezayê pêk tên, kir.
Û Rehmê got ku operasyonên koçberkirina kotekî ya sivîlan, çi li Gezayê be an li Sûriyê be, tawana li dijî mirovahiyê ye, ji ber peymana Romayê dibêje ku tewana dijî mirovhiyê ew e, ku li dijî nişteciyên sivîl be, û bi awayekî berfireh be, an bi şêweyeke rêbazî bikar hatibe.
Û got ku me gelek caran hişyarî derbarê sistbûna navdewletî hember tawan û komkujiyên ku li seranserê cîhanê pêk tên dane, ji ber piştî ku hiştin gelê Sûriyê li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê bê kuştin, komkujî li Okranya piştî dagîrkirina Rusya û di pey re li Filestînê li ser destê Îsraîlê dubar bûn, û got ku divê civaka navdewletî mîkanîzmeke rêgir ji tawankaran re biafirîne, û kar li ser dadgehkirina wan bike, û ewlehî û aştiya navdewletî xurt bike, da ku cengeke dî çênebe û xwînên nû neyên rijandin.
Û Rehmê bal kişand ser ku hêzên şoreşger ên Sûrî, mafê gelê Filistînê di avakirina dewleta wan de a paytexta wê Quds be piştrast dikin, û bal kişand ser pêwendiya biratî ya kûr di navbera herdu gelên Sûriyê û Filistînê de, yên ku ji bo azadî û serxwebûnê û rizgariya ji zordarî û stemkariyê têkoşînê dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî