Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Bi xemgîniyeke mezin Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî koça dawî ya siyasetmedar û têkoşerê mezin mamoste Riyad Eltirk yê ku roja duşemê di 1/1/2024an de li bajarê Parîsê piştî nexwaşiyeke dirêj canê xwe ji dest daye radigihîne.
Hevbendiya Niştimanî germtirîn sersaxiyên xwe bo malbata rehmetî û dost û hezkerên wî û tevaya gelê Sûriyê tîne ziman.
Têkoşerê ji nav me koç kir, Riyad kurê Mihemed Elî Eltirk, di sala 1930 de li bajarê Humsê ji dayik bûye, û di sêwîgeheke ser bi komeleyeke îslamî ya xêrxwaz de mezin bû. Cara yekemîn di sala 1952yan de kete zîndanê, bi tometa tevlêbûna Partiya Komonistî, di wê carê de pênc heyvan ma. Di sala 1958an de lîsansa fakulteya mafnasiyê wergirt, piştre careke dî ew vegerandin girtêgehê bi tometa siyasî û heyama salekê û çar heyvan ji 1958an de ta 1961an girtî ma.
Û pştî ku Hafiz Esed dast danî ser desthilatê, Eltirk rikberiya xwe ji rijêmê re gurtir kir, û ketina di bin ebeya wê de red kir, lewra serokê rijêmê biryar da ku Riyad Eltirk ji lîstika siyasî ya Sûriyê derîne, di 28 çirya paşîn sala 1980 de ta 30 gulanê sala 1998 xiste zîndanê, û rijêmê Eltirk careka dî piştî mirina Hafiz Esed sala 2000 girt, bi sedema hevpeyvîneke wî di tilfizyona Cezîrê de, ku têde gotibû: “Diktator Mir”.
Û sûriyan navê Mandêlayê Sûriyê li Eltirk yê ku pîst sal ji temenê xwe di zîndanên rijêmê de qedandibû kiribû, Eltirk ti carî rikberiya xwe ji rijêmê û kiryarên wê yên serkutkirinê re ranewestand, û daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî û hilanîna yasaya awarte û dana destûrê ji piralîbûna siyasî re û nehiştina destdanîna partiyekê li ser welêt kir, bi destpêka şoreşa Sûrî di sala 2011an de re, Eltirk rêça xwe ya têkoşînê û bi riya handana ciwanan li ser xoragiriya di rêya azadiyê de ta rizgarkirina welat ji stemkarî û diktatoriyê berdewam kir.
Û têkoşerê koça dawî kiriye di gotareke xwe de di destpêka şoreşê de tekez kiribû ku nema Sûriya careke dî vedigere qutîka stemkariyê, û got ku tiştê ez îro dizanim ku Sûriya mîna qiralgeha bêdengiyê namîne, dîwarê tiresê şikest, û welat wek zîndaneke mezin namîne, erê “Xwedê Sûriyê diparêze” lê ji ber ku ew bi gelê xwe dimîne, û stemkarî jî berve nemanê diçe, çendî dema wê dierjî bibe, û sibe ji kesê bendewar re nêzîk e.
Koçadawîkirina mamoste Riyad Eltirk dê valahiyeke mezin di dilê her kesê ku wî nas dike an ew dîtiye de bihêle, lê serbora wî dê bibe handera sûriyên azadîxwaz ji bo şopandina heman rêyê ta rizgarkirina Sûriyê ji stemkarî û diktatoriyê û pêkanîna hêviyên gel ên azadî û serxwebûnê.
Dilovaniya xweda li giyanê rehmetiyê mezin be.
Xweda wî bi bihuşta xwe şad bike
Em ê xweda ne û em ê lê vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
2 kanûna paşîn 2024