Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, tekez kir ku berdewamiya tawanên rijêmê dermafê sivîlan nemaze zarok û jinan, diçespîne ku ev rijêm guh nade yasayên navdewletî û mafên mirovan ne jî guh dide desteyên navdewletî û mîkanîzmayên cîbicîkirina dadweriya ku gerek e kar li ser cîbicîkirina van rêkeftin û yasayan bike.
Û ev yek wek şiroveya wî bû ji rapora Tora Mafên Mirovan ya rolane re ya derbarê hejmara qurbaniyan li Sûriyê ya ku duh roja duşemê derketiye, Tora Mafnasî têde tekez kiriye ku tawanên dermafê sûriyan pêk tên ji adara sala 2011an de berdewam in, û diyar kir ku di sala 2023an de 1032 sivîl hatine kuştin, di nav wan de 181 zarok û 150 jin hebûn.
Û Tora Mafnasî di rapora xwe de bal kişand ser wê yekê ku rijêma Esed di sala bûrî de 225 sivîl kuştin, 57 zarok û 24 jin di nav wan de hebûn, û hêzên Rusya 20 sivîl kuştine, di nav de 6 zarok û 5 jin hebûn, û sivîlek li ser destê rêxistina Daişê ya terorîst hatiye kuştin.
Û rapora saziya mafnasî kuştina 91 sivîlî di nav de 14 zarok û 13 jin di heyva kanûna yekem de ji sala bûrî 2023 tomar kiriye, 7 ji wan qurbaniyên îşkenceyê li ser destê rijêmê û 3 li ser destê Heyet Tehrîr Elşam û yek li ser destê milîsên PYDe yên terorîst bûn.
Û raporê bal kişand ser ku rêjeya parêzgeha Derayê di sala 2023an de di hejmara kuştiyan de ya herî bilind bû, bi rêjeya 22% di pey re parêzheha Dêra Zorê hat, bi rêjeya nêzîkî 20% û li dû wan herdû parêzgehên Heleb û Idlibê hatin, bi rêjeya 14%.
Û raporê berdewamiya qurbaniyên bi sedema mayînan li parêzgeh û deverên cuda yên Sûriyê tomar kir, û kuştina 114 sivîlan 26 zarok û 11 jin di nav wan de hebûn ji destpêka sala 2023an ve ta biha belge kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî