Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî koça dawî ya siyasetmedar û têkoşerê mezin mamoste Riyad Eltirk yê ku roja duşemê 1/1/2024an de li bajarê Parîsê piştî nexwaşiyeke dirêj canê xwe ji dest daye ragihand, û germtirîn sersaxî bo malbata rehmetî û dost û hezkerên wî û tevaya gelê Sûriyê anî ziman.
Û di daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî de hat ku têkoşerê ji nav me koç kir, Riyad kurê Mihemed Elî Eltirk, di sala 1930 de li bajarê Humsê ji dayik bûye, û di sêwîgeheke ser bi komeleyeke îslamî ya xêrxwaz de mezin bû. Cara yekemîn di sala 1952yan de kete zîndanê, bi tometa tevlêbûna Partiya Komonist, di wê carê de pênc heyvan ma. Di sala 1958an de lîsansa fakulteya mafnasiyê wergirt, piştre careke dî ew vegerandin girtêgehê bi tometa siyasî û heyama salekê û çar heyvan ji 1958an de ta 1961an girtî ma.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku pştî ku Hafiz Esed dast danî ser desthilatê, Eltirk rikberiya xwe ji rijêmê re gurtir kir, û ketina di bin ebeya wê de red kir, lewra serokê rijêmê biryar da ku Riyad Eltirk ji lîstika siyasî ya Sûriyê derîne, di 28 çirya paşîn sala 1980 de ta 30 gulanê sala 1998 xiste zîndanê, û rijêmê Eltirk careka dî piştî mirina Hafiz Esed sala 2000 girt, bi sedema hevpeyvîneke wî di tilfizyona Cezîrê de, ku têde gotibû: “Diktator Mir”.
Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku sûriyan navê “Mandêlayê Sûriyê” li Eltirk yê ku bîst sal ji temenê xwe di zîndanên rijêmê de qedandibû kiribû, Eltirk ti carî rikberiya xwe ji rijêmê û kiryarên wê yên serkutkirinê re ranewestand, û daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî û hilanîna yasaya awarte û dana destûrê ji piralîbûna siyasî re û nehiştina destdanîna partiyekê li ser welêt kir, bi destpêka şoreşa Sûrî di sala 2011an de re, Eltirk rêça xwe ya têkoşînê û bi riya handana ciwanan li ser xoragiriya di rêya azadiyê de ta rizgarkirina welat ji stemkarî û diktatoriyê berdewam kir.
Û daxwiyaniyê bibîr anî ku têkoşerê koça dawî kiriye di gotareke xwe de di destpêka şoreşê de tekez kiribû ku nema Sûriya careke dî vedigere qutîka stemkariyê, û got ku tiştê ez îro dizanim ku Sûriya mîna qiralgeha bêdengiyê namîne, dîwarê tiresê şikest, û welat wek zîndaneke mezin namîne, erê “Xwedê Sûriyê diparêze” lê ji ber ku ew bi gelê xwe dimîne, û stemkarî jî berve nemanê diçe, çendî dema wê dirêj bibe jî, û sibe ji kesê bendewar re nêzîk e.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku koçadawîkirina mamoste Riyad Eltirk dê valahiyeke mezin di dilê her kesê ku wî nas dike an ew dîtiye de bihêle, lê serbora wî dê bibe handera sûriyên azadîxwaz ji bo şopandina heman rêyê ta rizgarkirina Sûriyê ji stemkarî û diktatoriyê û pêkanîna hêviyên gel ên azadî û serxwebûnê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî