Bi fînansekirina Sindoqa Qerzdanê ji bo nûavakirina Sûriyê, sîstema ambûlans û hawarçûnê a girêdayî rêveberiya tenduristiya Helebê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, karê xwe li gundewarê bakurê Helebê nemaze li Kefir Cenê, Şemarîn, Ezaz, Mari’i, Bab, Eyn Elbeyda, Zogera, Elgendora û Cerablusê kartêker kir.
Û ev yek bo girîngiya xurtkirina xizmetguzariyên tendirustî di dema kêşeyên mirovî yên li deverê peyda dibin de hat, û ev pêngav beşeke ji hewlên bi armanca pêşxistina asta guhdana tenduristî û dabînkirina xizmetguzariyên bijîşkî yên kartêker e, da ku şiyana tîmên pizîşkî ya danûstandina li gel rewşên awarte bi awayekî lezgîn û çalak xurt bike.
Û ev sîstem amûreke kartêker e di warê veguheztina nexweşên xwedan nexweşiyên demdirêj bi şêweyekî rolane bo navendên çareseriyê, ji ber ku ew beş yên ku bêhtir bandora keşûhewaya dijwar li wan dibe, û ev yek beşdariyê di parastina tenduristiya wan û pêşkêşkirina guhdana pêwîst di dema guncav de dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî