Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî îro pêncşemê, civîna xwe ya rolane li dar xist, têde pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kirin û li raporên nûnerên xwe yên li Ewropa û rêvebirên ofîsên xwe yên li Tirkiyê û raporên girûp û torên kar ên Hevbendiyê guhdarî kir, û bi helkefta koça dawî ya têkoşerê Sûrî yê mezin Riyad Eltirk, hin ji serborên jiyana wî ya di hizr û bîra sûriyan de ye, nemaze xebata wî ya li dijî stemkariyê û piştgiriya wî ji hêviyên ku gelê Sûriyê serî ji bo wan hildane û qurbanî di riya wan de dane re, gengeşe kirin.
Û di civînê de, şîroveyek ji aliyê Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra ve hat pêşkêşkirin, têde behsa encamên civîna serokatiya Hevbendiyê li gel serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî kir, her weha li ser şopandina xebatên girûpên kar û pêşkeftina ku xuşk û birayên di sendîkaya parêzeran de bo çareserkirina nakokiyên sendîkayê bi dest xistine axivî, û got ku li gor wan ji hevbendiyê re tekez kiriye tevayan pabendiya bi rêya dadgehê bo gihiştina çareseriyê piştrast kiriye, û miqatebûna Hevbendiyê li piştgirîkirina karê sendîkayî û serxwebûna wê diyar kir.
Û Hevrêzkarê Girûpa Karê Revendên Sûrî Zuhêr Mihemed, raporek li ser encamên civîna ku Girûpê bi nûnerên Revenda Sûrî ya li Amerîkayê re pêk aniye, ji bo ku ji wan re behsa plana karê niştimanî û nerîna Hevbendiyê û plana wê li ser asta siyasî xwecihî bike pêşkêş kir, têde tekezî li ser giringiya xurtkirina hevkarî û hevrêziyê li gel hemû endamên Revenda Sûrî li seranserê cîhanê û misogerkirina beşdariya wan ya kartêker di avakirina Sûriyê de kir.
Û Girûpa Karê Şêwir û Lêkolînan, xwendineke siyasî ji çend mijarên girîng ên ku bandora wan li dosya Sûrî heye li ser astên herêmî û navdewletî pêşkêş kir, û kurteya Şanderê Navdewletî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen ya vê dawiyê ji Encûmena Ewlekariyê re pêşkêş kiriye hat gotûbêjkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî