Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Koçadawîkirina Doktor Husam Xedîce Endamê Desteya Hînkirinê ya Fakulteya Aborî li zanîngeha Helebê li deverên rizgarkirî, yê ku duh çarşemê jiyana xwe ji dest daye, ji encama birîna xwe yaku berî çend rojan rastî bûyereke trafîkê hatibû û birîndar bibû radighîne, û hêvîdar e ku yezdan rehmetî bi dilovaniya xwe şa bike û lê bibûre û sebr û hedanê bide xelk û malbata wî.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbata rehmetî û Serokê Zanîngeha Helebê li deverên rizgarkirî û û hemû xwendekarên wê û hevkarên wî yên desteya mamostetiyê dike, û ji Xwedayê mezin dixwaze ku hedan û hêminiyê bide wan.
Doktorê nemir pir guhdan bi pêşdebirina pirosesa xwendinê li deverên rizgarkirî dikir, û bi riftarên xwe yên qenc naskirî bû, û di nav hevkar û xwendekaran de dihat hezkirin û di karê xwe de dilsoz bû.
Em dilovaniyê bo wî ji Xweda dixwazin, û lava dikin ku cihê wî bike buhişta berîn.
Em yê xweda ne û emê lê vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
14 tîrmeh 2022