Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, pîrozbahiya komara tirkiyê bi gel û desthilata wê ve kir, bi helkefta Roja Demoqrasiyê û Yekîtiya Niştimanî û bîranîna hewildana guhertina desthilatê bi awayekî kotekî ya têkçûyî di şeva 15 tîrmeha sala 2016 de.
Rahmê got: “Şeva 15’ê tîrmeha 2016’an şeveke dîrokî bû ji Tirkiyê re û serkeftina demokrasiyê bû, piştî ku gelê Tirkiyê yê bira hişyariyeke bilind û guhdaneke mezin bi welat û dewleta xwe nîşan dan.”
Û wiha jî got: “Dîmenên ku welatiyên Tirkiyê li kolanan dijî tankan diyar kirin nayên jibîrkirin. Gelê Tirkiyê wê demê li hemberî teqlekaran mêrxasî û hevgirtineke mezin nîşan da.”
Rehmê herwiha pesnê dewleta Tirkiyê û xemxwariya wê ya ji bo ewlekariya welat û gelê xwe da, û spasiya bizavên wan ên di xizmeta gelê Sûriyê de kir, û hêviya berdewamiya ewlehî, hêminî û bexteweriyê ji wan re xwest.
Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya Tirkiyê di navçeyê de û li ser asat navdewletî kir, û cextî li ser wê yekê kir ku divê Tirkiye li hember kêşe û guhertinên cîhanê bihêz û hevaheng bimîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî