Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Elmislit, di Roja Demokrasiyê û Yekîtiya Niştimanî de, nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan kir, bi boneya salvegera hewla teqlekirina têkçûyî ya şeva 15ê Tîrmehê ji sala 2016an, û hêviyên serkeftin û aramî û hêminiyê ji hukûmet û gelê Tirkiyê re xwestin, û ku Xwedê aramî û seqamgêrî û geşepêdan û pêşketinê li welatê wan bidomînê.
Û Serokê Hevbendiyê di peyama xwe de helwesta gewre ya gelê Tirkiyê di raperîna wî de bo berevaniya di ber nirxên azadî, wekhevî, biratî û demokrasiyê bi rêya raya giştî û hişyarbûna bilind yaku wan di kêliyên çarenûsî de ji dîroka nûjen ya tirkiyê de nîşan dane bilind nirxand.
Elmislit got ku derketina bi milyonan ji welatiyên Tirkiyê bo nava kolanan ji bo têkbirina hewla teqlekirinê, xaleke guhertinê di dîroka demokrasiya Tirkiyê de ye, û ji ber vê yekê ji vê serketinê û pê de tu kes wê newêribe mafên gelê qehreman yê Tirkiyê binpê bike, ji ber ku di parastina demokrasiyê de destanên herî balkêş pêşkêş kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, spasdariya xwe diyar kir hember piştgiriya mezin ji aliyê hikûmet û gelê Tirkiyê ve û bizavên wan ên xwirt û bêrawestan bo piştgiriya xweragiriya sûriyên şoreşger li hemeber rijêma Esed ya zordar.
Elmislit di peyama xwe de şanaziya xwe bi berdewamiya têkliyan li gel dewleta Tirkiyê di çarçoveya hevkarî û dostaniya berdewam de anî ziman, û tekezî li ser berdewamiya kar û hevrêzkariyê bo rûbirûbûna hemû rêxistinên terorîst û cudaxwaz ji bo Sûriyeyeke azad, ewle û pêşketî ji tevaya gelê Sûriyê re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî