Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Bi xemgînî û şîneke mezin Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, koçadawîkirina şoreşger û mafnasê azad D. Merwan Heco Elrifaî, kurê bajarê Humsê, yê ku di temenê 57 saliyê de li Stenbolê koça dawî kir, radigihîne.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê pêşkêşî malbat û xizim û dostên D. Merwan dike, û ji xwedayê mezin dilovanî û lêborînê û bicihkirina li bihuştê jêre dixwaze, û hedan û semaxê bide xizim û dost û hezkirên wî.
Koçkiriyê dilovaniya xweda lê, dijî zordarî û stemkariya rijêma Esed serî hilda, û di destpêka jiyana xwe de rastî girtinê hat, û dema ku ew di panzdeh saliya xwe de bû rijêma tawankar ew neh sala xist zindanê de, û di girtîgehên Tedmur û Sêdnaya de rastî îşkencekirina bi awayekî hovane hat.
Rehmetiyê ku koça dawiyê kiriye di sala 2006an de neçar bû ku ji Sûriyê derkeve, ji ber çewisandin û lipêçûnên ewlekarî yên rijêmê, bi sedema çalakiyên wî yên di warê mafên mirovan de, û ji destpêka şoreşa Sûriyê ve têde beşdar bû, û bû endamê Encûmena Niştimanî û piştre jî tevlî Hevbendiya Niştimanî bû, Ji bilî endametiya di gelek komele û dezgehên şoreşgerî û mafnasî de, rehmetî çend raportên mafên mirovan li ser binpêkirinên rijêma Esed amade kirin, û beşdariyên wî yên siyasî yên berçav ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê hebûn.
Dilovanî ji giyanê diktor Merwan re,
Sebr û hedan bo xizim û malbata wî,
Em ê xweda ne û em ê lê vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
29 cotmeh 2022