Daxwiyaniyeke Rojnamevanîd
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, mirina şêxê mezin Mihemed Ednan Elseqa radighîne, û sersaxiya malbata şêx û hezkerên wî û tevaya gelê Sûrî dike.
Şêxê sembol, dilovaniya xweda lê be û buhişt cihê wî be, bi helwestên xwe yên pirensîpî dijî zordarî û sitemkariyê dihate naskirin, zimanê mafdariyê bû di piştgiriya şoreşa gelê Sûrî û daxwazên Sûriyan di azadî û rûmetê de.
Û Şêx Mihemed Ednan Elseqa, rehma xweda lê be, li bajarê Humsê sala 1942 ji dayîk bibû, û macistêra zanyaryên îslamî wergirtibû, û jiyana xwe di nivîsandin û xwendinê de qedand, bi ramanên xwe yên nerm û şêweyê xwe yê şarezayî naskirî bû, û daxwaza yekrêziyê dikir, û roleke wî ya mezin di serastkirina şêweyê gotara îslamî de li bajarê Humsê hebû, û karê belavkirina ramanên îslamî û perwerdehî û fêrkrinê li hejmarek ji peymangehên olî li hejmarek ji bajarên cîhana îslamî kiribû.
Rehma xwedê lê, şêxê mezin, îro li bajarê Stenbolê piştî pêketina bi vîrosa korona koça xwe ya dawî kir, em ji xwedayê mezin hêviya dilovanî û lêborîn û buhiştê jê re dikin.
Em yê xweda ne û emê li xweda vegerin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
9 kanûna paşîn 2021