Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, şîna nivîskar û romannivîsê Sûrî Xalid Xelîfe, yê ku duh di 59 saliya xwe de ji encama kirîza dil li Şamê koça dawî kiriye, dike.
Nivîskarê koçkirî ji parêzgeha Helebê ye, lîsansa mafnasiyê ji zanîngeha wê wergirtiye, û bi helwestên xwe yên niştimanperwerî û dijberiya rijêma Esed hatibû naskirin, û ji destpêka 2016an ve li kêleka gelê Sûriyê yê ku daxwaza azadî û dadmendiyê dike rawestiyaye, û bêhtir ji carekê tekezî li ser rewabûna şoreşa Sûrî ya ku bijardeyeke berdêl jêre nîne di rûyê zordarî û stemkariyê de kiriye, û ji hêla amûrên ewlekariyê yên rijêma Esed ve rastî êrîşê hatibû û bibû sedema şikestina destê wî.
Nivîskarê ku ji nav me koç kir, pirtûkxaneya çandî ya Sûriyê bi gelek berhemên afirînerî yên navdar dewlemend kir, û romanên wî bo gelek zimanên cîhanê hatin wergerandin, û bi berhemên xwe navdar e, yên wek: romana “Defterên Qereçiyan” romana “Pesnê Kîndariyê” romana “Kêr li Pêjgehên vî Bajarî Tune ne” û romana “Mirin Karekî Zehmet e“ di Sala 2016an de, Xelîfe çend rêzefîlmên drama yên televizyonê, û hejmarek ji belgefîlmam, kurtefîlm û filmên dirêj nivîsandine.
Em sersaxiyê ji malbata nivîkarê ji jiyanê barkiriye û xizm, dost û hezkiriyên wî re dixwazin, û em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku hedan û aramiyê bide wan, û rehmetî bi dilovaniya xwe şad bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
3 cotmeh 2023