Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, eşkere kir ku herî kêm 204 rewşên girtina kotekî di heyva Îlona 2023an de hatine belgekirin. Zêdetir ji nîvê dozên girtinê ji aliyê hêzên rijêma Esed û milîsên PYD ve bûn, ji ber xwepêşandanên li deverên di bin kontrola wan de.
Û Rapora ku duh hatiye weşandin, diyar kir ku ne kêmtir ji 204 rewşên girtina kotekî di Îlona bûrî de hatine tomarkirin, di nav wan de 12 zarok û 6 jin hene, 161 ji wan bûne windakirina bi darê zorê, û 84 ji wan bi destê hêzên rijêmê ne, 5 zarok û 3 jin di nav wan de hene, û 72 kesên ku 6 zarok û jinek di nav wan de hene bi destê milîsên PYDe ne, û raporê 14 rewşên girtinê li ser destê Heyet Tehrîr Elşam û 34 li ser destê aliyên din tomar kirine, zarokek û du jin di nav wan de hene.
Û Raporê destnîşan kir ku hejmara herî zêde ji rewşên girtina kotekî li gorî parêzgehan: Di pêşî de parêzgeha Helebê bû, piştî wê Dêra Zorê, li dû wê Hesekê, li pey wan Gundewarê Şamê, paşê Şam, û li dû wê Idlib, û paşê Deraa hatin.
Û Raporê amaje bi wê yekê kir ku hemû biryarên lêborînê yên ku rijêmê derxistine, tenê 7351 girtî serbest berdane, û niha jî nêzîkî 135253 girtî hene, û bal kişand ser ku biryarên lêborînê tenê hejmareke pir kêm ji girtiyan serbest berdane.
Û raporê bal kişand ser berdewamiya rabûna rijêmê bi girtina sivîlan bi tuhmeta tevgerên mangirtinên dijî rijêmê bi hemû şêweyên wê li deverên di bin kontirola wê de, her wiha berdewamiya milîsên PYD di siyaseta girtina kotekî de li deverên di bin kontirola wê de.
Û Tora mafnasî tekez kir ku rijêma Esed pabendî bi çi peyman û rêkeftinên navdewletî yên ku pesend kirine nekiriye, û nemaze peymana navdewletî ya taybet bi mafên sivîl û yên siyasî.
Û rapora mafnasî daxwaza şopandina cîbicîkirina biryarên jimare 2042, 2043 û 2139 ji Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî kir, û cextî li ser pêwîstiya azadkirina zarok û jinan û rawestandina dîlgirtina malbat û hevalan wek rehîneyên cengê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî