Şandekê bi Serokatiya Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, û Serokê Desteya Danûstandinê D. Bedir Camûs, û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, bi vexwendineke fermî, serdana wezareta derve ya Tirkiyê li Enqera paytext kirin, û ji aliyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ve hatin pêşwazîkirin.
Û amadebûyan pêşketinên dawî yên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê û derdeseriyên xelkê Sûriyê li tevaya deverên wê bi taybetî deverên rizgarkirî û rewşa penaberên Sûriyê li Tirkiyê û cîhanê gotûbêj kirin.
Û amadebûyî li ser astengbûna piroseya siyasî ya li Cinêvê û awayên aktîvkirina wê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî doza Sûriyê, nemaze biryarên 2118 û 2254 ji bo pêkanîna veguheztina siyasî ya ku gelê Sûriyê dixwaze axivîn.
Û rewşa bakurê Sûriyê hate gotûbêjkirin, û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya başkirina rewşa jiyanê û aboriya deverê kir, û pêwîstiya bilindkirina karînên Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên bingehîn ji nişteciyan re, û çêkirina jîngehek ewle ji bo pêkanîna aramiya pêwîst û handana li ser veberhênanê peydakirina derfetên kar.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Tirkiyê, tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Tirkiyê ji gelê Sûriyê û daxwazên wî yên rewa re kir, her weha li ser bizava welatê wî ya berdewam ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 ya ku gelê Sûriyê wê bipejrîne, û jîngeheke ewle, bêalî û aram dabîn bike, ku destpêk be ji bo vegera bi rûmet, ewle ya bi dilê hemû penaberan be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî