Tora Sûrî ya Mafênên Mirovan, tekez kir ku herî kêm 50 êrîş li ser navendên jîndariyê yên sivîl di Îlona bûrî de li ser destên rijêma Esed û milîsên PYDe yên terorîst hatine pêkanîn.
Û Tora Mafnasî di raporta xwe ya mehane de derbarê şopandina rewşa mafên mirovan li Sûriyê di heyama heyva bûrî de, diyar kir ku rijêma Esed di ber pêkanîna 19 êrîşan li ser deverên jîndariyê yên parêzgeha Idlib û Helebê de berpirsyar e, û raporê 30 bûyerên dijminkariyê li ser avahiyên perwerdeyê, 5 li ser avahiyên pizîşkî û 8 li ser perestgehan belge kirine.
Û raporê amaje bi wê yekê kir ku operesyonên bombebarana bêserûber û neberbihev ên ku ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst ve hatine pêkanîn, wek binpêkirineke eşkere ji yasaya mirovî ya navdewletî re tê dîtin.
Û raporê gotiye ku gurkirina êrîşên hêzên rijêma Esed li ser bakur-rojavayê Sûriyê, ji destpêka heyva tebaxa bûrî ve zêdetir dibin.
Û raporê aniye ziman ku belgeyên ku wê kom kirine dîşanê didin ku êrîş li dijî sivîlan û kesayetên xwiya yên bajêr hatine kirin, û hêzên rijêmê û Rusya tawanên curbicur ên kuştina dervayî yasayê pêk anîn, û êrîş û operasyonên bombebarana bêserûber bûne sedema wêrankirina navend û avahiyan.
Û raporê tekezî li ser pêwîstiya rawestandina operesyonên bombebarankirina bêserûber û armanckirina deverên niştecihbûnê, nexweşxane, dibistan û bazaran, û bikaranîna cebilxane û bermîlên teqîner ên qedexe ji hêla rijêma Esed ve, û pabendbûna bi biryarên Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî û yasaya mirovî ya naskirî kir.
Û raporê bang li Encûmena Ewlekariyê kir ku rêşûnên zêdetir piştî derketina biryara jimare 2254 bistîne, û cextî li ser pêwîstiya radestkirina dosyaya Sûriyê bo Dadgeha Tawanan ya Navdewletî û sizadana hemû aliyên beşdar, di nav wan de rijêma Rusya piştî tekezbûna beşdarbûna wê di pkanîna tawanên cengê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî