Daxuyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi xemgîniyeke mezin şîna koça dawî ya dramanivîsê Sûrî yê navdar Fûad Himîra di temenê 59 saliyê de radigihîne, ku îro Înê 14 hezîranê li paytexta Misirê Qahîre di encama kirîza dil de koça dawî kir.
Wî jiyana xwe ya hunerî di temenek piçûk de bi karên şanoyê dest pê kir, û bi berhemên xwe yên ciyawaz di warê nivîsandina dramatîk de ku têde rastiya civaka Sûriyê derdibirî navdar bû.
Şehîd li kêleka şoreşa sûrî ya ji bo, parastina rûmeta mirovî û azadiya derbirînê, li dijî stemkarî, gendelî û tawankariyê rawestiya.
Navê afrênerê koçkirî dê bi berhemên wî yên hunerî yên ciyawaz ku yên herî navdar ev in: “Xezalin di Daristana Gur de”, “Hirsimê Şamî”, “Rojeke Din a Baranê”, “Zivistaneke Germ”. , “Korîdorên Teng”, “Hin Zilamên Di bin Terbûşê de”, her weha bi helwestên wî yên piştgiriya maf û daxwazên sûrîyan dikin di hişê sûriyan de bimîne,.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê ji malbata şehîd, heval û hogirên wî re û ji tevahiya gelê Sûriyê re dixwaze, ji malbat û kesûkarên wî re sebr û aramiyê dixwaze.
Em ji Xwedê re ne û em ê lê vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û peywendiyan
14 hezîran 2024