Daxuyaniya Rojnamevanî ya Hevbendiya Niştimaniya hêzên Şoreş û Rikaberiya Sûrî
23 Êlûna 2014
Îro, li şeveqa roja sêşemê, Hevpeymaniya Navdewletî dest bi pêngavên piraktîkî kir, em bihêvî ne ku ji bo alîkariya gelê Sûriyê be di şerê dijî terora ku ji rêxistina “Dewleta Islamî” û rêjîma Esed pêk tê, pêwîst bû ev pêngav li demek zûtir û ji destpêka şoreşa Sûriyê de ba, û bi şêweyekî ku çavkaniya qeyranê bihata armanckirin, û rewş negihaba wêraniya ku îro gihiştiyê.
Di destpêkê de, Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide kesukarên şehîdên bajarokê “Kefrdiyan”,yên encama êrîşên hêzên Hevpeymaniyê li ser cihên rêxistinên terorîst di Sûriya de li gundewarê Idlibê, herwiha Hevbendî jidestdana jiyana sivîlan dike stûyê rêxistinên terorîst yên heman şêwaz û reftarên rêjîmê pêk tînin û xwe di nav sivîlan de diveşêrin û wan ji xwe re dikin mertal, herwiha ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dixwaze bi hûrbînî armancên xwe destnîşan bikin û li herî pêş jiyana sivîlan li berçav bigirin.
Herwiha daxwazê ji Hevpeymaniya Navdewletî dike ku êrîşên xwe yên leşkerî bibin navendên rêjîmê û rêxistina DAIŞê bi hevre, ku sedema tîrorê rêjîma Esed e û rêxistina DAIŞ tenê encam e, û encam çareser nabe bê çareserkirina sedeman, ji ber eger îro Hevpeymanî li rêjîmê nede, wê hersal yan her dusalan ev kiryar wê dubare bibin, ji ber ku Esed jêderê terorê ye û teror naçe bê çûna Esed.
Hevbendî tekez dike ku piştevaniya artêşa azad û pêşxistina karînên wê yên cengawerî ewe gerantî bo serkeftina lêdanên asmanî û pêkanîna armancan, ku hevkarî di navbera Artêşa Azad û hêzên Hevpeymaniyê de wê têkişkiandina rêjîma Esed û herwiha jinavbirina rêxistinên radîkal hesantir bike.
Herwiha veguhestina Sûriya bo sîstemek demokraktîk û sivîl, û daxwazên gelên Sûriyê têde dabîn bibin, ew gerantiya rasteqîne bo têkişandina terorê û bo vegerandina aramiya deverê ye, herwiha ku serkeftin di vî şerî de tenê bi hêza leşkerî nayê, lewra pêwîst e stratîjiyek hebe tevahiya pêkhateyên siyasî û abûrî û civakî li xwe bigire, û civaka navdewletî dikare piştgiriya vê pirosêsê bike, bi mercê ku Sûrî serkêşiya pirosêsê bikin li gor berjewendî û armancên xwe.
Li dawiyê, Hevbendî hişyariyê dide ji sûdewergirtina Esed ji şerê civaka navnetewî li dijî terorê, bo berjewendiyên xwe û pirkirina kiryarên xwe yên serbazî û encamdana komelkujiyan li navçeyên din, bi hewla bidestanîna serkeftinan li dijî rikaberiyê.
Dilovanî ji Şehîdan re, Saxî ji birîndaran re, û Azdî ji girtiyan re
Bijî Sûriya, bijî gelê wê bi azadî û serbestî.