Daxuyaniyek Rojnamegerî
Rêveberiyên sextekariyên bi rejîma Esed ve girêdayî ne, hewldanên xwe yên bêhûde bo kirêtkirina wêneyê şoreşê dûbare dikin, carekê di riya çêkirina wêne û perçeyên vîdyo yên sexte, û carinan jî di riya belavkirina nûçeyin jirêbirinê û dewrew, yan belgeyin sexte ku armanca tevan di dawî de çêkirina dudilî û jihevketinê di nav rêzên şoreşgeran de ye, û danîna keleman li pêş bizavên ku ruxandina rejîmê dixwazin.
Dema ku Hevbendî tekez dike ku çi belge, daxuyanî, yan belavok ger ne di riya malper û kenalên wê yên fermî re bin sexte ne û ne rast in, di heman demê de di bîr de tîne ku operasyonên jirêbirina ragihandinî alaveke sereke ye ku navendên dijberên şoreşê bikar tînin, di kirasê dilêşiya li ser şoreşê diyar dibe, lê ew bi xwe ji bo derblêdana hemû bizavên hewldana yekîtiyê û kar in, û biçûkirina çi destkeftî û serkeftinê, û kelemdanîna li pêş hemû tevgerên bi piransîpên şoreşê re ne.
Di vî warî de, nûçeyin “Derew” li ser hindek malperên têkiliyên civakî derketin, behsa dûrxistina serokwezîrê Hikûmeta Sûrî a Demkî Ehmed Tu`ima dikin , û belgeyek ” Sexte” dibêje ku berî demekê zaniyariyin ji hêla serokê Hevbendiyê derbarê kongirê rojnamegerî bi serokê Şepola Avakirina Dewletê re hatin pêşkêşkirin, û tekez dike ku ev nûçe û belge derew in, sexte ne, û bê bingeh in.
Hewldanên ji vî coreyî ranawestin, û wê berdewam bin, madam şoreş berdewam e, lê divê bandora derewan li xelkên Sûrî tune be, û divê di hebûna van zaniyarî, nûçe, û daxuyaniyên pir ku malperên nûçe û têkiliyên civakî bi wan mişt dibin, hindek xwewestan bo naskirina rastiyê ji jêderin cihê baweriyê were kirin, divê mirov nebe qurbanî ji şaştiyan û bangwazên derew re, û yekirina hemû bizav û çalakiyên şoreşgerî yên qenc ku armanca wan alîkariya avakirinê be, ji dêvla belavkirina jihevketin û dilsariyê.
Salim El – Mislit
Berdevkê Fermî Bi Navê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
31. Gulan. 2015