Gelî Sûriyan
Zarwên Welatê min
Paktirîn Xelk … Hêjatirîn Xelk
Va ye Cejn tê bê şahiya Sûriyan, Sûriyên ko Dunya bi hezkirin û şahiyê dagirtin, îro cejna wan xemgîn e, ji ber ku stemkarî û tariyê li ser Welat vegirtiye, Sûriyên ko ji Welatê xwe hez dikin, şêrîntirîn û paktirîn xak, Rêjîmek desthilatdariyê lê dike, her tişt ji dest berdaye, serweriya Niştimanî wenda kir, dema xwedî ramanên beloq tev anîn Sûriyê û çanda kuştin û serjêkirinê li xaka me çand û lemeke kirêt û reş jê şîn hat.
Rêjîmê kiryarên xwe kirin û gelê Sûrî kir navbera helbijatina du agiran ,yê zordariyê û yê tundrewiyê, lê Sûriyan gotin na, na ji tundrewiyê re û na ji zordariyê re .
Sûriyan bi mêranî şerê Çeteyên Rêjîmê û şerê Çeteyên Daişê kirin, çimkî herdu rê jî ne ji çanda miletê me ne. Sûriyan bi hestên xwe yên nazik ji roja pêşîn de metirsiya tundrewiyê nas kirin û bi tena xwe şer kirin… Gelekî axivîn û hişyarî dan cîhana xilmaş, ku cenga tekoşîna ji bo azadiyê wateya wê ew e Rêjîm bête rûxandin û dawî li tundrewiyê bê.
Guherînên ko li Welatê me dibin pir hestyar û metirsîdar in, evê Rêjîmê bingeha dewleta Sûrî hilweşand û têgeha serdariya li ser xakê têk bir, heta ko bû welatekî sînor vekirî.
Gêre û tundiya dîn û tirora ko Rêjîmê di xaka me de çand, dawîtirîn bûyerên wê şehadeta komek Zarok li Taxa Ekrema bû.. Gihan karwanê pakrewanên Deraa, Heleb Xûta û Banyas û Beyda û Holê.
Tiroristiya ko nuha bajarê Kaniya Ereban (Kobanî) dorpêç kiriye û gefan li xelkên wê dixwe, tu cudahî di navbera wê û ya ko Xûta û Helebê û Taxa Elwe´er dorpêç kiriye nîn e, herdu tiror eger rengên wan jî ne wek hev in maka wan yek e.
Gelî Sûriyan…
Xelkên min
Xuşk û birayên min
li her deverên Sûriyê
Qedera me ye ko em stem û tariyê ji ser xwe rakin, qedera me ye ko em di sengerekê de ji bo azadî û paşeroja zarokên xwe mil bi mil şer bikin.
Bila ev cejn ji me hemûyan re delîveyek be, em li rewşa xwe biramin, welatê me, serxwebûna me ya ko bav û kalan xwîna xwe ji bo wê rijandiye di metirsiyê de ye, û di metirsiya evê rewşê de, ji me hemûyan tê xwestin ko em destê hevkariyê bidin hev da em Sûriyê ji pencên Rêjîmê û tundrewiya kor rizgar bikin.
Em di Hevbendiyê de sozê didin we, em ê karê xwe pêş bixin û wê tu kes ji me di ser yasayê re tune be, em nûnerîtiya we dikin û rewabûna xwe ji we tenê dibin û em bi misogerkirina daxwazên we pabend in, em soza zêrevaniya armancên me hemûyan didin… Armancên Şoreşê… da mafên xwe yên destûrî û mirovî yên ji me haine talankirin vegerînin, em sozê didin we ko emê li gora berjewendiyên miletê xwe tevbigerin.
Em li Sûriyê di giringtirîn qonaxa dîrokî re dibuhûrin, pencereyeke hêviyê li pêşiya Şoreşa me vekirî heye, gerek em bi berpirsiyarî û zanbûn sûdê jê wegirin. Delîveyek heye da em daxwazên miletê xwe di demeke kurt de û bi kêmtirîn qurbanî pêk bînin… Piştgirî û alîkariya we bingeha hêza me ye… Bila dengê we bilind be û bête bihîstin.. Nehêlin kesek dijî vêna we kar bike.
Gelê Sûriyê, bi yekîtiya xwe û bi hezkirina welatê xwe dikarin azadî û serxwebûna xwe biparêzin, û hûn dikarin dewleta xwe ya azad û dîmuqrat, dewleta ku tu kesî di ser yê din re negire û kesî piştguh nexe ava bikin.
Werin em hemû destên xwe bidin hev da em pêvajoya azadiya welatê xwe û serxwebûna wî pêk bînin.. Bila em tovê hezkirin û xêrê biçînin.
Gelî Sûriyan
Paktirîn Xelk …
Hêjatirîn Xelk
Derba we li hemû hêlên Welat mezin e, lê hêvî û xewna me,ko wê paşerojek geş ji zarokên me re hebe, dihêle ko em têkoşîna xwe ya bergiriya azadî û rûmet û serxwebûna xwe ya ko Rêjîmê ji dest daye, berdewam bikin.
Gelî Sûriyan
Bi we tenê… bi dilêriya we, bi rastiya we, bi xurtiya we, wê paşeroja me … paşeroja Sûriya azad ciwantir be, piştî ko em xaka xwe ji zordarî û tundrewiyê paqij bikin.
Bi fermana Xweda
azadî û serxwebûn nêzîk in
Bijîn hûn û bijî Sûriya azad
Her sal hûn bixêr bin
Hadî Elbehra
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûriyê
4ê Oktober2014