Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Careke din Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku mîkanîzmeke yasayî û rewayî ya pêwîst di destê civaka navdewletî de heye, ji bo rûbirûbûna jikarêxistina Rûsiya, û karê li ser standina rêşûna dijî rijêma Esed li gor beşa heftemîn ji peymana Netewên Yekbûyî bike, û bikaranîna vê mîkanîzmê ji bo sepandina çareya siyasî li ser rijêmê, ji ber ku bêyî fişarên di vê astê de ew naye ser rê.
Jikarêxistina Daxwiyaniya Encûmena Ewlekariyê duh ji aliyê Rûsiya û Çînê ve, bêkêriya encûmen tekez dike, û neberbiheviya mîkanîzma karên wê diyar dike, û nameyeke dubarekirî hildigre, û divê xwedanên biryarê têbighêjin ku sebaret bi rijêmê û hevalbendên wê, çareya siyasî bi çi şêweyî be ne bijarde ye ji wan re, û rijêm li windakirina demê digere.
Em îro li pêşiya ketwarekî ne ku têde Encûmena Ewlekariyê nikare tenê daxwiyaniyekê derxîne, û pişrgiriya rapora Pederson bike, tevî ku wî tişt binav kirine û rewş zelal nekiriye, lewra wê çawa gengaziya cîbicîkirina pêngavên piratîkî di riya Encûmena Ewlekariyê re ji bo piştgiriya çareya siyasî ya rasteqîn bê pêşbînkirin.
Berdewamiya hiştina doseyê wek rehîne û girawekê di destê aliyên di tewanê de beşdarî kirine û wêraniyê dikin ne pêkan e.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
11 sibat 2021