Careke din Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku mîkanîzmeke yasayî û rewayî ya pêwîst di destê civaka navdewletî de heye, ji bo rûbirûbûna jikarêxistina rûsiya bike, û kar li ser standina rêşûna dijî rijêma Esed li gor beşa heftemîn ji peymana Netewên Yekbûyî bike, û bikaranîna vê mîkanîzmê ji bo sepandina çareya siyasî li ser rijêmê, ji ber ku bêyî fişarên di vê astê de ew nayê ser rê.
û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de got ku ji karêxistina daxwiyaniya Encûmena Ewlekariyê duh ji aliyê Rûsiya û Çînê ve, bêkêriya encûmen tekez dike, û neberbiheviya mîkanîzma karên wê diyar dike, û nameyeke dubarekirî hildigre, û divê xwedanên biryarê têbighêjin ku sebaret bi rijêmê û hevalbendên wê, çareya siyasî bi çi şêweyî be ne bijarde ye ji wan re, û rijêm li windakirina demê digere.
Û Hevbendiya Niştimanî berdewamkir û got ku em îro li pêşiya ketwarekî ne ku têde encûmena ewlekariyê nikare tenê daxwiyaniyekê derxîne, û pişrgiriya rapora pederson bike, tevî ku wî tişt binav kirine û rewş zelal nekiriye, lewra wê çawa gengaziya cîbicîkirina pêngavên piratîkî di riya Encûmena Ewlekariyê re ji bo piştgiriya çareya siyasî ya rasteqîn bê pêşbînkirin.
û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de cext kir ku berdewamiya hiştina doseyê wek rehîne û girawekê di destê aliyên di tewanê de beşdarî kirine û wêraniyê dikin ne pêkan e.
jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî