Hevbendiya Niştimanî cext kir ku revandin û veşartina hejmarek ji mamosteyan li ser destê milîsên PYDa terrorist li bakurê Sûriyê tûşî bûne, şêweyek nû ji tirsandinê ye, ku vê carê damara kartêkerkirina civakê û paşeroja sektora hînkirin û ragihandinê armanc kiriye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku girtin û veşartina mamosteyan û hinek ji çalakvanên ku edyolociya wê rêxistina terrorist red dikin, di çarçoveya helmeteke berdewam de ye, ya ji Dirbêsiyê dest pê kir û di Amûdê re derket û gihişt bajarokê Girkê Legê, berdewamî ye ji pîlaneke bêçare re ku pê bingeha civaka Sûriyê armanc dike, di riya sepandina pirojeyekî ku dixwaze çand û dîroka Sûriyê ji bo ecindeyên PKKa terrorist û edyolojya wê bişêwîne.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de got ku wêrankirina jiyana xwendina xwendekaran û nehêlana berdewamkirina hînbûnê di giringtirîn qonaxên wê de, û bêserûberkirina bijardeyên wan, wek binpêkirineke rasteqîn e ji mafê mieovan re, û gef e li ser pêşeroja wan xwendekaran û ya welat, û divê ew mamoste werin rizgarkirin û serbest bên berdan, û paşeroja xwendekaran dabîn bibe, dûrî çi gefan.
Û Hevbendiyê bal kişand ser ku divê bizavên navdewletî metirsiya hebûna PKKa terrorist li Sûriyê nas bikin, û giring e ku şaxên wê ji ber hev bixînin, tewanên wê rawestînin, bihezaran sivîlên ku revandine ji girtîgehên wê serbest berdin. Û di heman demê de , ji Civaka Navdewletî tê xwestin ku pişta armancên şoreşa sûrî bigire, ji ber ku ew garantiya maf û azadî û çanda tevaya pêkhatên Sûriyê ye.
Û daxwiyaniyê tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi tevaya pêkhatên xwe ve, tevlî Encumana Niştimanî ya Kurd, di kar û peywendiyên xwe de berdewam e, ji bo rawestandina binpêkirinên dermafê sivîlan û bidawîkirina zêdegaviyan û siyasetên dijî armancên gelê Sûriyê, û bidawîkirina her gefa ku milîsên terrorist li ser gelê sûriyê dikin, û pêkanîna tevaya erkên xwe ji bo dabînkirina mafên sivîlan li gor pîvera hevwelatîbûnê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî