Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li gundewarê Helebê, civîek ji dûrve li gel hejmarek ji çalakvanên şoreşger yên li deverên rizgarkirî niştecî bûne lidar xist, û bi wan re dawîtirîn pêşketinên li ser astên meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê Ehmed Elşihadî û Endamê Desteya Giştî Necîb Rehmon, amade bûn.
Û Elherîrî li ser çalakiyên Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî axivî, û got ku siyaseta Hevbendiyê niha giringiyê dide ku li ser temamê xaka sûriyê belav bibe, û kar li gel saziyên cîbicîkar û xelkê deverê di pêkanîna tam di navbera xebatên siyasî û cîbicîkar de bike.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî bi pirosesa çaksaziya rasteqîn ya bingehîn di tevaya waran de û li ser tevaya ast û rêvebirî û komîteyan de radibe, ji bo ku ev çaksazî têkeve xizmeta şoreşa sûriyê û Hevbendiya Niştimanî.
Û Elherîrî rewşa meydanî li deverên rizgarkirî li bakur rojavayê sûriyê a ku di bin hukmê rêkeftina kêmkirina şer de ye berçav kir, û tekez kir ku rijêm di stratîciya xwespartina rêbaza leşkerî de berdewam e.
Û bal kişand ser ku di rojên dahatî de dê gereke nû ji civatên esîtane lidar bikeve, ya dê giringiyê bide rewşa li parêzgeha Idlibê, û got ku helwestên Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Artêşa Niştimanî bi Pişkdariya Hêzên Leşkerî yên Tirkiyê ku di berevaniya di ber deverê de berdewam be, û nehêlana ku ew dever têkeve bin destê rijêm û siponserên wê, û jiyana sivîlan biparêze, û pêdviyên sereke ji wan re nemaze di dema birîna piştgiriya navdewletî de dabîn bike.
Û Elherîrî şiroveyek li ser nerîna Hevbendiya Niştimanî derbarê pirosesa siyasî û encamên texmînkirî ya xola pêncemîn ya Komîteya Destûrî ya Sûrî pêşkêş kir, û got ku ti pêşketin di karê komîteyê de piştî sal û nîvekê ji birêketina wê çênebûye, û got ku berpisyariya tam rijêma Esed hildigre, ya ku ret dike tevlî çi pirosesa danûstandinê bibe, ji ber ku xwe dispêre piştgiriya Rûsî û tunebûna vîna navdewletî.
Û Elherîrî diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî ji bo ku li ba wê bijardeyên dîtir hebin bo ku bighîne çareya siyasî li gor daxwiyaniya cinêvê û biryarên navdewletî 2018 û 2254 kar dike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku rijêma Esed giringiyê dide rêkara hilbijartinên ne rewa û ne pak, û rikberiya biryarên navdewletî dike, û cext kir ku pêwîst e civaka navdewletî bi awayekî giştî rûbirûyî şanoya hilbijartinan raweste, û retkirina xwe ji hilbijartinê re ragihîne, û fişarê li rijêmê bike daku vegere maseya danûstandinê ji bo daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî û di pêşî de herdu biryarên 2118 û 2254 cîbicî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî