Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî Yê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikeberiya Sûriyê
21 Rêbendan 2015
Rewangeha Aşûrî ya mafê Mirovan ragihand ku duhî roja duşemê Dêra Aşûrî li parêzgeha Hesekê ji aliyê girûpekê ji rûpêçayiyan rastî êrîş û dizî û talankirinê hat, tê zanîn ku berî wê êrîşê bi rojekê ziyan lê bibûn ji encama teqîna narincok û mûşekan di şer û pevçûnên li derdorê rûdabûn.
Hêjayî gotinê ye ku ev katidrayî bi Navenda Ebreşiya Sûriyê ya Dêra Rojhilat ya Aşûriyan tête zanîn, û ew dikeve di navçeyekê de ku di destê hin tabûrên alîgirên rêjîmê yên bi navê “Tabûrên Elbe’is” de ye.
Em di Hevbendiya Niştimanî de vê tawanê şermezar dikin, û herwiha her armanckirinekê ji cihên piroz re bi karê teroristî liqelem didin, û em berpirsyaretiyên Civaka Navdewletî li bîra wê tênin li hember van tawanên ku binpêkirin in ji rêkeftina Jinêv re, ya girêdayî bi parastina mafên mirovan di cengan de, û balê dikişînin li ser pêwîstiya ku li van armanckirinan bê temaşe kirin li ser bingeha pilangeriyên rêjîmê yên têne bikaranîn her ji destpêka şoreşê û heta niha di sercem navçeyên welat de, ku bimebest dibîstan û Dêr û Mizgeft û Nexweşxane û xalên pizîşkî û enbarên hawarhatinê û zêdebarî xanî û avahiyên akinciyan armanc dike.