Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Derbasbûna neh salan di ser vê komelkujiya metirsîdar re, bêyî ku tawanbar û berpisyar sizayan bibîne, tekez dike ku rewşa yasayî û rewayî di civaka navdewletî de hîn di xerabtirîn asta xwe de ye, û tevaya dewletan bêyî çi awarteyê, nemaze yên xwe dikin ku li kêlek mafên mirovan radiwestin an rêzê li yasaya navdewletî digrin, tenê wek çavdêr û dîdevanên tawanê bûn, û tenê helwestên nediyar yên ku wateyê nadin radighînin.
Helmeta piştî wê komelkujiyê tê bîra her kesî, geva ku hejmarek ji dewletan tiştê ku bûye şermezar kirine û balyozên rijêmê ji cem xwe qewitandin, lê tu rêşûnên ku nehêlin hîn bêhtir komelkujî çênebin nehatin standin, û Komelkujiya Elholê pêk hat, wek encameke yekser ji helwesta civaka navdewletî ya sar re li pêşiya dîmenê xwînê, kêlîkek bû û piştre rijêmê bi awayekî hovane tawanên xwe gur kirin, ji ber dilê wî aram bû ku civaka navdewletî bêzar e û nikare dijî wî çi tevgerê bike.
Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan û mafên mirovan û Komîteya Yasayî di Hevbendiya Niştimanî de û hejmarek ji aliyên sûrî yên serbixwe û saziyên mafnasî yên cîhanî, tev bi berdewamî kar li ser şopandina doseya tawanên dermafê gelê sûrî pêk hatine dikin, û xebatê li ser komkirina dîdevanî û belgeyan dikin, her weha bi pey şopa tawanbaran dikevin, ji bo ku dadweriyê pêk bînin, û li ser bikaranîna her fişarên gengaz bo ku vê doseyê veguhêzin dadgehên navdewletî di demeke nêz de kar dikin.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku berpisyariyên xwe derbarê komelkujiyan û rewşa li sûriyê hilgire, û divê ku hemû alî tiştê ji wan tên xwestin bikin, daku biryarên navdewletî berve cîbicîkirinê bibin, û çareya siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê temam bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
25 gulan 2021