Di nav zincîra çîrokên serkeftina jinan di civakê de, yaku Ofîsa Jinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi serpereştiya Cîgira Serok û Hevrêzkara Ofîsê Ruba Hebûş lidar dixe, Ofîsê komcivîneke nû bo ku roniyê bide ser jinên sûrî yên di karûbarê giştî û di curbecur waran de kar dikin lidar xist, Ji bo parvekirina ezmûnan di riya salixdana çîrokên xwe û tiştên ku rastî wan hatine, û komcivînê mêvandariya Xanim Fetom Rezook Cîgira Serokê Yekîtiya Jinan û Endama Ciwanên Guhertinê û Endama Desteya Niştimanî ya Sûrî, û Çalakvana Meydanî Meyade Xidir Elî Endama Kombenda Filestîniyên Koçber li bakurê sûriyê kir.
Û derçûya xwendinên bilind di zimanê erebî de xanim Fetom Rezook li ser giringtirîn xalên serboriya xwe ya şoreşgerî û tiştê ku rastê hatine wek derbiderî û koçberî û berdewamiya wê di çalakiyên meydanî de û çawa karibû komeke xwabexşan ji jinan damezrêne bo avakirina civakê axivî, û çawa di damezrandina Yekîtiya Jinan de beşdarî kiriye, daku li devera bakurê rojava çalak be, û bal kişand ser piştgiriya bo ku jin di hilbijartinên encûmenê xwecihî de li bakurê rojava de tevî astengiyan beşdariyê bikin, û li ser çalakiyên xwe yê mirovahî û alîkariyên bo avakirina hin navendên amadekirina jinên bêmêr û yên malxoya malê dikin axivî, û tekez kir ku divê rêgirî û astengî xwediyên dozê bi paş de nedin, ji ber ku serkeftin tenê di berxwedan û berdewamiyê de ye.
Û xanima ku beşê çanda ingilîzî qedandiye û karê wergerandina romanan ji zimanê ingilîzî bo erebî dike Miyade Xidir Elî, li ser tiştê ku pêre derbas bûye wek dorpêçkirin û bombebaran û birçîkirin li Kampa Yermok, ta dema ku bi kotekî berve kampên bakurê Sûriyê hatiye koçberkirin axivî, û behsa kar û çalakiyên xwe wek mamosteya ku pirojeya xwendinê ya taybet li Kampa Dostanî berdewam kiriye û keç û kurên kampê armanc kirine kir, û xolên rahênanê û fêrkirinê bo jinan yên ku pêhtirê wan niha di curbecur zanîngehan de dixwînin pêşkêş kir, û tekez kir ku dê di kar û çalakiyên piştgiriya jina sûrî de tevî rewşa xirab û hemû astengiyan berdewam bike.
Û amadebûyan hejmarek ji axaftin û pirsan pêşkêş kirin, û tekez kirin ku jinên çalakvan berê û hîn jî kevirê siyasî yê sereke ne di rêgaya şoreşê de, û divê serkeftin û bidestxistin û qurbaniyên jina sûrî bêtin ronîkirin, û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî tekeziya piştgiriya Ofîsa Jinê bo ku alîkarê bi jinan re bike kir, daku rola wan ya çalak di civaka sivîl û siyasî û avakirina Sûriya pêşerojê de pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî