Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Li çend demjimêrên borî, ji aliyê balafirên rejîmê zincîrek ji êrîşên esmanî li seranserî Idlib û gundên hemayê hatin pêkanîn, yek ji wan bû sedema komkujiyekê û têde 12 sivîl, di nav de zarok hatin kuştin, ligel hejmarek ji birîndaran.
Li gorî agahiyên berdest, duh êvarî, kombûnek welatiyên sivîl li bajarê “Bînîn” li gundewarê başûrê Idlibê hat topbarankirin.
Ev êrîş tê di çarçoveya kampanyeke zêdegaviyên zêdetir de ji aliyê rejîmê û Rûsya û çekdarên Îranê li ser herêma bêçek û deverên cuda yên kêmkirina zêdegaviyan li gundewarê bakurê Hema û seranserî Idlib û derdorên wê, û 24 sivîl di çend demjimêran de hatin kuştin, di nav de jin û zarok û du karmendên parastina sivîl, li gel 34 birîndaran.
kuştina bi mebest û topbarankirina welatiyên sivîl, tawanek şer ya sîstematîk a berdewam e ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê, û li hember ji Civaka Navnetewî tê xwestin ku vê yekê şermezar bike û destwerdanek navnetewî hebe ji bo rê bigire li pêşiya aliyê şerxwazê şer li dijî gelê Sûriyê dike, û milîsên mezhebî li welêt bicih dike.
Wê ti yekalîkirina leşkerî li ti deverên Sûriyê tunebe, tiştek venagere weke berê, xewnên rêjîmê ên sepandina desthilata xwe careke din bi darê zorê û milîsên mezhebî dubare nabe, û bi ti şêwe û awayî gelê Sûriyê û Sûriya venegere bin nîrê xulamtî û bindestiyê.
Her aliyek li benda xweteslîmkirina gelê sûriyê bimîne, ew di xewn û xiyalan de dijî, ev êrîşên berdewam ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê , dê di demek nêz de bibin sedema peydabûna krîzeke mirovî ya nû, û ji ber vê yekê Hevbendî hişyardariyeke mirovî dide ji nêzîkbûna karesatên li ser gelek astan, û eger civaka Navnetewî rê li ber wan bobelatan negire, bêgoman, ew berpirsyar e.
Hevbendî weke nûnerê gelê Sûriyê û maf û daxwazên wê yên rewa, bang li Neteweên Yekbûyî û dewletên kartêker dike, da destêwerdan û fişaran bike ji bo sepandina tekstên peymana Idlibê, û amadekariyên ji bo destpêkirina pêvajoya siyasî ya li gor biryara 2254, ji bo gelê sûriyê mafên xwe misoger bike, ji bo hemû awayên terorîzmê û çavkaniyên sponseriya wê li deverê binbir bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
20.06.2019