Rêjîma Esed dîsa dest bi veşartina binpêkirinên xwe yên derheqê girtiyên zindanan kir, bi riya agehdarkirina xizm û kesên girtiyan bi mirina wan di zindanan de, û belgehine nû tekez dikin ko hejmara qurbaniyan di heyvên dawî de ji sala bûrî û heyvên pêşî yên vê salê bêtir bûye .
Raporteke rêkxistina ‘’Sûriyên ji bo rastî û dadweriyê‘’, aşkere kir ko ne kêmtir ji 700 belgehên mirinê destpêka vê salê hatine birêveberiyên nifûsê li parêzgeha Hemayê, ko bi dehan malbatên qurbaniyan piştî van salên bendewariyê behetî man.
Rêkxistinê li gor axaftina dîdevan û xelkên qurbaniyan yên ko navên wan hatine birêveberiyên nifûsê, got ku navendên nifûsê li parêzgeha Hemayê piştî demeke dirêj ji girtina wan, belgehên mirina zaroyên wan radestî wan kirine, bêyî ku sedema mirinê û cihê ko ew lê veşartine diyar bikin.
Raporta rêkxistinê diyar kir ko ko birêveberiyên nifûsê yên bi ser rêjîmê ve, gelek xelkên girtiyan di navbera destpêka çileyê pêşî 2018ê heta dawiya sibata 2019ê bi mirina wan agahdar kirine.
ji gulana 2018ê ve, lîsteyên bi navê girtiyên ko di zindanan de mirine li Şam û gundewarê wê, Hema, Heleb û Hesekê digihêjin navendên nifûsê, û gava xelk diçin belgeyekê ji girtî re derxînin, wan bi mirina wî agahdar dikin.
Berê jî komîta vekolînên navdewletî li Sûriyê di 27 çîreya paşî 2018ê li ser mirina girtî û windayan nûçe belav kirine, û kaxezek derxist têde got ko ev nuhkirina dosya van girtiyan diyar dike ko berpirsiyar çarenivîsa miriyan zanin, tevlî dîroka mirinê ya texmînkirî.
Çalakvanan navê Lîsteyên Mirinê li wan kirine, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko berdewamiya rêjîmê di kuştin û êşkencedana derheqê girtiyan, diyar dike ko ew di rêbaza xwe de berdewam e, û dixwaze hemû hevrikên xwe têk bibe.
Hevbendiyê daxwaz ji rêkxistinên mafên mirovan û Netewên Yekgirtî kir , da fişarê bidine ser dewlet û aliyên bi bandor di dosya Sûrî de, ji bo rêjîmê neçar bikin li ser aşkerekirina çarenivîsa bi dehhezarên sivîlan , û bi hezarên sax mane berdin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî