Xalid Xoca
Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî
Kongirê Rojnamevanî
12 Sibata 2015
Xuşk û birayên hêja
ji Heftiyekê ve Rêjîma Sûrî ya Tawankar operasiyoneke leşkerî dijî bajarê Dûma yê tenişta bajarê Şamê pêk tîne, û çekên giran li dijî sivîlan bikar tîne. Firokên xwe yên cengî bi ser sivîlan de dişîne,bi Mûşekan malên sivîlan yên dorpêçkirî bombebaran dike, û Sûkên gelî û xelkê disojînin û xwarin û dermanê li ber destê xelkê mane xerab dikin. Tekez e ev kirde dikevin asta tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovantiyê herwiha tawankariya Qirkirina komelî û birçîkirina heta mirinê ya di dermafê xelkên me li Gundewarê Şamê û taxa We´ir bikar tê.
Bajarê Dûma wek hemû Gund û Bajarên li dora Şamê yên bi Xûta naskirî ne, gelek astengiyê ji du salan ve dibîne, û ji par ve bi tekûzî dorpêçkirî ye.
Firokên Rêjîma Esed di her du heftiyên buhirî de Dûma û derdorên wê sotandin, heta nuha 350 şehîd ku 120 zarok û jin di nav wan de hene,û bi hezaran birîndar û koçber kirin, û Rêjîma tawankar her di tawankariyên xwe de berdewam e bê ko tu deng ji cîhanê derkeve.
Em dozê li Netewên Yekbûyî dikin ko danpêdanê bi mafê me yê li ser wê û bi mafê miletê Sûriyê di jiyandinê de bike.”
Em dozê li dewletên cîhanê û Netewên Yekbûyî dikin ko Dûma jî wek Kobanî rizgar bikin. Ji ber kirêtiya Kuştina zarok û kalan bi Mûşekên xazên jehrê û Bermîlên Teqîner , ew jî wek kirêtiya kuştina bi serjêkirin an sotandina li ser destê daişê ye, ya ku Esed ew çêkiriye .
Xelkên Xûta Şamê û yên Taxa Elwe’ir li Humsê, têwirdana leşkerî naxwazin û ne hevpeymana ko ji 60 dewletan pêk hatiye dixwazin, belê dixwazin ko bombebarana Rêjîmê biraweste û Rêbuhêrkên mirovî vebin û dorpêça ko ev du sal li ser rakin û bihêlin milet berevaniya xwe bike.
Em Komkara Erebî û Netewên Yekbûyî didin ber berpirsiyariyên wan beraberî miletê Sûrî yê ko ji çar salan ve têne kuştin, û bi hemû karînan parastina wan bikin.
Herwiha em dozê li alayên Artêşa Azad dikin da bi hawara Dûma û Taxa Elwe’r li Humsê ve herin û dorpêçê rakin û Esed gem bikin da xwîna xelkên me bêtir neherikîne.
Serkeftin bo Şoreşa Sûriyê