Balyozê Hevbendiya Niştimanî li Emerîka Necîb Elxedban bal kêşand ser ku tiştên niha berdest in , diyar dikin ko Hevpeymaniya Navdewletî berê xwe dide têwerdanek bejî çarçovekirî li Sûriyê di rêya şandina pisporên leşkerî ji bo rahênana alayên rikberiyê heta bi şandina hindek Hêzên Leşkerî .
Elxedban dibîne ko daxuyaniya Serokê Emerîkî ya dawî derbarî şandina hinek hêzên taybet li dijî “Daiş” li Sûriya û Îraqê “Eger gerek be” rajeya evê mijarê dike.
Elxedban dibîne ku ezmûna Kobanê (Kaniya Ereban) erênî ye û dibe ku piştgiriya leşkerî ya bejî ji Kurdan û hêzên hevrikiyê re bi mercê ko PYD helwesta xwe ji rêjîmê çareser bike, dihêle ko derfeta evê hevkariyê çaktir bibe.
Elxedban da xuyakirin ko têwerdana bejî eger çê bibe, gerek bi istiratîciyeke giştî be ko şerê Daiş û Rêjîmê bi hev re bibe, da bigihên çareseriyeke siyasî ji sûriyê re.
Tê zanîn ko Lekên Şems Elşemal yên bi ser alayên Fecir Elhuriye ve ku
ew jî yên Artêşa Azad in, beşdar in di Odeya operasiyonên Burkan Elfurat de ya di navbera artêşa azad û hêzên kurdî de ya ji bo şerê Daişê li bajarê Kobanê û Gundewarê Helebê yê Rojhilat.
Jêder: Hevbendî +Elşerq Elewset