Fermandarê Şoreşgerên Reqqa yên girêdayî Artêşa Azad Ehmed Elûş yê bi (Ebû Îsa) tê naskirin ragihand ku, tenê ewê derbasî gundên Ereban yê girêdayî bajarê Kobanê bibin.
Ebû Îsa di kongirekî rojnamevanî de ku Berî du rojan li Kobanê hatibû lidarxistin got ku hêzên kurdî derbasî bajarokên Sirîn , Şêxler û Girê Sipî nabin, û tenê ew dê derbasî van devera bibin.
Her wiha Ehmed Elûş tekezî li ser berdewambûna şerê li dijî Daişê kir û bang li xelkên wan deveran kir da ku tevlî Artêşê bibin li dijî Daişê
Tê zanîn ku hêzên hevbeş nêzî 200 gundî li derdora Kobanê rizgarkirine.
Jêder : Hevbendî