Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Ji bo piştguhkirina daxuyaniya Cinêv1 û biryarên encûmena ewlehiya navdewletî û NY, û bi behaneya piştgiriya piroseya siyasî li Cinêvê, Rûsiya daxwaza lidarxistina kongirekî ji bo Sûriyê li Sûtçî kir.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û desteya erkanê artêşa Sûrî ya azad, tekez dikin ku gazîkirina ji bo vî kongirî dibe derketin ji çarçoveya danustandinên Cinêv û îradeya navdewletî ya ji bo veguhestina siyasî li Sûriyê ya li bin çavdêriya NY.
Tevî ku sercem biryarên encûmena ewlehiyê yên pêwendîdar û daxuyaniya Cinêvê, bi awayekî xuya tekezî kirine li ser ku rêkeftina çareseriya siyasî dibe binyata avakirina desteya hikumraniya veguhêz, ya bi tevaya desthilatdariyên cêbicêkar, ku erkê wê yê sereke ew e ku bi rêxweşkirin û peydakirina seqayeke aram û bêalî ji bo serxistina qonaxa veguhêz rabe, û herwiha bi erkê lidarxistina kongirê diyaloga niştimanî, heta bi encamdana giştpirsiya li ser reşnivîsa pirojeyê destûrê û paşre encamdana helbijartinên azad û pak, lewra ji ber vê yekê em vê gazîkirina kongirê sûtçî wek hewlekê ji bo pûçkirina sercem biryarên encûmena ewlehiyê yên pêwendîdar û dûrî deq û naveroka daxuyaniya Cinêvê dibînin.
Hevbendiya Niştimanî û desteya erkanê artêşa Azad, tekez dikin ku li kongirê Sûtçî beşdar nabin, di heman dema ku piştgiriya xwe bo veguhestina siyasî li Cinêvê ji bo bidestxistina daxwazên gelê Sûriyê bo rûmet û azadî û dadperweriyê dupat dikin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Desteya fermandariya Artêşa Sûrî ya Azad
02 çiriya paşiyê 2017