Daxuyaniyeke Rijnanevanî
Îro herdu kuştarên hêzên Esed li Me’eret Elnu’iman û Kefirnibil li gundewarê Idlibê, li ser zincîra tawan û binpêkirinên berdewam yên rêjîma Esed her ji destpêka agirbestê ve tên zêdekirin, ku ji encamê herdu kuştaran zêdetir ji 50 kesî hatin şehîdkirin û nêzîkî 100 kesên din hatin birîndarkirin; ku ev herdu kuştar dibin mîna gurkirineke metrsîdar li ser dubare-armanckirina bazargehên gelêrî yên sivîlan, wek bersiveke hovane li ser pêgiriya şanda bilind ya danustandinan bi mafên gelê Sûriyê û piransîpên şoreşê.
Hevbendiya Niştimanî bi tundî van herdu komelkujiyan pirotisto dike, û sersaxiya binemalên şehîd û birîndaran dike, hevdem ji civaka navdewletî dixwaze ku bêdeng nemîne, û bilez dest bi rêşûnên bikez û rasterast bike, herwiha di encamên metrsiyên van herdu komelkujiyan tê bigihêje, nemaze ku ne tenê binpêkirin in, belê berdewambûna li ser stratîhiyek tawankarî ya armanckirina sivîlan e, û bikaranîna wan carek din wek giraw di pirojeyê danustandinan de ji bona mana rêjîmê li ser kursiyê desthilatê.
Hevbendiya Niştimanî her hewlek bikaranîna fayîlê mirovî wek kaxezeke gotubêjan red dike, û tekez dike ku kuştarên herdu rojên bûrî du belgeyên zêde ne li ser ku biryara desteya bilind ya danustandinan bi rawestandina danustandinan biryarek rast û dirust e, ku di rewşek wiha de û di dema berdewamiya kuştin û tawankariyê de, seqayek guncayî ji piroseya siyasî re, bê bidawîkirina tawanên Esed di derheqê sivîlan de çênabe, herwiha pêwîst e ku civaka navdewletî têbigehe ku her aliyek sivîlan dikuje nikare bibe hevpar di hîç piroseyek veguhêz de.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
19’ê nîsana 2016