Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Destê mixenetiyê duh serkirdeyê berê di Artêşa Azad de, Edhem Elekrad, û çar hevalên wî kuştin, yên ji neçarî û ji ber rewşa xerab bi siponseriya rûsiya li parêzgeha Deraa berî bi 2 salan rêkeftina lihevhatinê îmze kirbûn.
Em vê operasyona kuştinê û tevaya operasyonên berê rêjîma Esed û amûrên wê yên ewlehiyê û milîsên Hizbullah ên terorîst rasterast berpirsiyar dibînin, her weha Rûsiya wek aliyê ku rijêm lixwe girtiye di warê yasayî û siyasî û sincî de berpisyar dibînin, ji ber ku di cîbicîkirina sozan û tiştên li xwe girtine de derbarê siponseriya lihevhatinên di bin dare zorê de biser neket.
Bûyerên koçberkirinên komel û girtinên li pey hev û kuştina bi sedan kes, şaştiya pilanên Rûsiya xapînok yên nav lê kirine rêkeftinên lihevhatinê bi rêjêma Esed ya xiniz re hate çespandin.
Rêkeftinên lihevhatinê yên Rûsiya li ser hêzên civakî yên Sûrî sepandine tenê xapandin bûn, ji bo ku deverên rizgarkirî têxe bin kontirola xwe de, û dewletên rêkeftin li xwe girtine ti kar nekirin ji bo ku nehêlin rijêm di zordariyê de berdewam bike, û bi ser de gelê Sûrî bigre û koçber bike û bikuje, û Rûsiya sozên xwe yên navdewletî di nehiştina belavbûna Îranê li başûrê Sûriyê bi awayekî taybet bicî neanîn, ne jî ti kar ji bo ku nehêlin Îran û milîsên wê bi hevkariya amûrên rijêmê fitneyan di nava xelkê başûrê Sûrîyê de biafrînin kirin.
Operasyona kuştinê ya vê dawiyê rawstgeheke nû ye, û rastiya ku Rûsiya nikaribû ta îro soz û karên xwe yên li xwe girtine biparêze eşkere dike, û ew bi xwe derfeteke bo xortên şoreşê li başûrê welêt ku nerîn û helwestên xwe derbarê lihevhatinan bighurin, û li hember hêzên rijêmê û milîsên mezhebî raperîneke giştî raghînin.
Dilovanî li giyanê pakrewanan û azadî ji bo girtiyan
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
15 çirya pêşî 2020