Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di çend katijmêrên bûrî de balefirên dagîrkerê Rûsî zincîrek ji êrîşan bi mûşekên valahiyê û yên dijî mertalan bi ser gundewarê Idlib û rojavayê Helebê de anîn, û ji encamê 3 kes şehîd ketin, û hejmarek ji sivîlan birîndar bûn.
Û ev operasyon wek hewildaneke gurkirina agirê deverê ye, di riya binpêkirinên li pey hev dijî rêkeftinên agirbestê li deverê.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî van tewan û binpêkirinan şermezar dike, û daxwaza pabendiyê bi rêkeftinan dike, û careke din tekeziyê li ser berpisyariya civaka navdewletî derbarê misogerkirina agirbestê û şermezarkirina çi hewildanên gurkirinê dike.
Artêşa Niştimanî ya Sûrî di karê parastina ewlehiyê û misogerkirina aramiyê li deverê berdewam e, û li hember çi dijminkariya li ser zemênê radiweste.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
15 çirya pêşî 2020