Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Li ser gaziya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, hevdîtineke rawêjkariyê li bajarê Antabê li rojên 9-10’ê çileyê pêşiyê 2017’an li baregeha hikûmeta demkî lidar ket, bi beşdarbûna 30 kesan ji kur û keçên Reqê wek nûnerên alî û saziyên çalak, û bi amadebûna serokê Hevbendiya Niştimanî mamoste Riyad Sêf, û serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb, û çend edamên desteya siyasî ya Hevbendiyê.
Xişteya kar ji aliyê amadebûyan ve hate gengeşekirin, ku bi piranî li ser rewşa niha ya parêzgeha Reqê û navçeyên koçberiyê û penaberiyê bû, û her weha li ser şûnwarê şewata mezin ya hatî bi serê Reqê û xelkê wê, û sepandina desthilata kotekî li ser, û hebûna hejmareke mezin ji qurbaniyan li bin wêraniyan û metirsiyên mîn û bomban yên rojane li ser jiyana xelkê û tinebûna xizmetgozariyên giştî.
Herwiha di hevdîtinê bal hate kişand li ser rêkarên berdest bo peydakirina nûnerayetiyeke rasteqîn ji xelkê Reqê re, û şiyandina wan ji bo bi rola xwe rabin di rêvebirina karubarên xwe de.
Û ji aliyê beşdarbûyan ve rêkeftin li ser van xalan hat kirin:
Gazîkirina xelkê Reqê ji bo lidarxistina kongirekî giştî li maweyê du heftiyan de, ji bo peydakirina nûnerayetiyeke rasteqîn û hevseng û gengeşekirina rêkarên bo şiyandana xelkê Reqê bo rêvebirina parêzgeha xwe.
Tekezkirin li ser yekîtiya parêzgehê di çarçovê yekparçebûna xak û gelê Sûriyê.
Dirustkirina komîteyeke amadekar ji bo amadekariyên girêdana kongir, û xwestina xelkê bê dûrxistin û cudahîkirin, û dariştina karnameyekê bo kongirê giştî.
Silav bo xelkê Reqê û qurbanîdana wan
Şikodarî ji şehîdan re
Saxî ji birîndaran re
Azadî ji girtiyan re
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
10 çileyê pêşiyê 2017