Rêkxistina Netewên Yekgirtî ya zaroktiyê (UNICEF) di daxuyaniyeke xwe de anî ziman ko 137 zarokên ji 7 mehî û heta 17 salî, pêdiviya wan bi derketina ji Xûta Rojhilat heye, bi sedema têkçûna gurçikên wan û kêmxwariniyê û êş û birînên bi sedema bombebaranê.
Rêkxistinê ragehand ko 5 zarok li Xûta rojhilat li gundewarê Şamê mirin, û ev zarok bi sedema kêmguhdana bijîşkî mirine.
Ji hêla xwe ve bijîşkê berpirsiyarê komela bijîşkî ya Sûrî-Emerîkî Mihemed Ketûb , got ku êrîşên rêjîma Beşar Elesed li ser herêma Xûta rojhilat bi şêweyekî rêbazkirî bargehên bijîşkî amanc dikin.
Netewên Yekgirtî di raportên xwe de destnîşan dikin ko dora 400 hezar sivîlî li herêma dorpêçkirî beraberiya bobelateke tekûz dikin, bi sedema negihandina alîkariyan û nehiştina derketina bi sedên kesan ji bo çareseriyê li derveyî herêmê bibînin.
Xûta rojhilat ya dorpêçkirî ya ko li jêr peymana kêmkirina pevçûnan e, ketiye ber êrîşên asmanî ji hêla firokên Esed û yên Rûsya ji nîveka meha borî de, û evê yekê rewşa mirovî bêtir têkda, çimkî berê dorpêçkirî ye û heyberên xwarinê û derman kêm in.
Rêjeya herî bilind ya nebaşxwariniya zarokan ji destpêka şoreşa Sûrî sala 2011 ve li Xûta Rojhilat hatiye tomarkirin, û lêkolînên rêkxistina navdewletî heyva borî li Xûta rojhilat diyar kiriye ko ‘’ rêjeya zarokan yên kêmî pênc salan yên ko derdê kêmxwariniyê dikişînin, gihaye 11.9% , û ev bilndtirîn rêje ye ku ji destpêka şoreşê ve li Sûriyê hatiye tomarkirin.‘’
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Eljezîre